DÊRAZOR – Turnoveya futbolê ya ciwanan a El-Amalê ya ku Meclîsa Werzîşê ya Dêrezorê bi rêxistin kir bi dawî bû.
Li Stadyuma Ebû Hardûb maçê dawî di navbera tîmên Daranaj û Granij hat lîstin. Tîma Dranaj bi 4-3 bi serket û pîleya yekemîn bi destxist.
Di dawiya maçê de komîteya teknîkî ya futbolê ya Meclîsa Werzîşê ya Dêrezorê, rêvebirên tîman, komîteya amadekar û hakemên maçê hat rêzgirtin.