COLEMÊRG- Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş di danişînê de parastina xwe kir û got: “Ez li pey her kirinên xwe me. Di warê siyasî tişta ku ket ser milê min, min pêk anî. Ez li hemberî we bi awayekî serbilind disekinim.”
Danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dest pê kir. 14 kes ji dozê tên darizandin. Lê tenê Akiş beşdarî dozê bû. Piştî tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir.
‘EZ Ê TÊKOŞÎNA XWE BI SERBILINDÎ BERDEWAM BIKIM’
Akiş di danişînê de parastina xwe kir. Akiş destnîşan kir ku dozger, polîs û dadgerê wê demê yên ku dosyeyê amade kirin endamên FETO’yê ne û dosye jî bi awayek siyasî hatiye amadekirin û wiha axivî: “Ez dibêjim; dosyeya ku îro kirine rojev jî siyasî ye. Ez serbilind im. Ez 53 salî me û bi salane ez têdikoşim û ez ê her têbikoşim. Min bihîst ku der barê min de nûçeyên ‘wê bireviya’ hatine amadekirin, lê ez qet û qet nedirevim û ez ê nerevim. Min çi kiribe ez li pey wan hemûyan im. Ez li pey her tiştên xwe me. Di warê siyasî de min wezîfe û erka li ser milê xwe pêk aniye. Ez li hemberî we bi awayek serbilindî sekinîme. Min got aştî, xwişk û biratî, wekhevî, azadî… Min hemû jiyana xwe li derdora van peyvan hûnandiye. Ez ê ji niha şûn ve jî berdewam bikim. Ez ji girtinê û şandina hepsê natirsim. Ez bi serbilindî li hemberî we sekinîme. Ez ji we ne beraetê ne jî tehliyeyê dixwazim.”
Akiş di dawiya parastina xwe de wiha got: “Ez dixwazim ku îdianame ji nû ve bê amadekirin. Çima çar meh berê, salek berê darizandina min nehat kirin, lê gelo niha tê kirin? Ez dizanim ku ev darizandina min siyasî ye. Min heta îro ji bo berjwendiyên gelê xwe her tiştî kir û min ji bo gelê me wezîfeya xwe bi şeref pêk anî.”
Piştî parastina Akiş, parêzerên wî dest bi parastinê kirin.