KASSEL – Di 29’ê Hezîrana 2024’an de bi pêşengiya TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) li Kasselê konferansa jinan tê lidarxistin.
Komîteya Amadekar a TekoJIN’ê diyar kir ku di modernîteya kapîtalîst de ku nasnameya jinê di bin êrîşan de ye, paradîgmaya Rêber APO hêviya azadiya jinê ye, daxuyaniyeke nivîskî da û bang li jinên ciwan kir.
Bangawaziya komîteya amadekar wiha ye;
Wek TekoJIN Almanya, em we vedixwînin konferansa xwe ya yekem li seranserê Almanyayê! Em weke jinên ciwan ên li derveyî welatê xwe dijîn, her tim bi êrîşên modernîteya kapîtalîst re rû bi rû ne. Em jiyanek asayî tenê li ser kar, dibistan an zanîngehê bingeh digirin. Sîstema cinsiyetparêz û kapîtalîst gelek caran hewl dide êrîşî nasnameya me ya jinên ciwan bike û me ji Xwebûn (xwebûn) dûr bixe. Lê em dibêjin êdî bes e!
Bi vê berxwedanê û bi vî ruhî em têkoşînê bidomînin!
Jinên ciwan pêşengên civakê ne. Rêber APO bi baweriyeke mezin ev rola pêşengiyê daye me. Guhertina vê civakê erka me ye. Îdeolojiya azadiya jinê ya Rêber APO bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê belav bû! Bi vê berxwedanê û bi vî ruhî em têkoşînê bidomînin! Em bi rêxistinbûn, xweparastin, serketin û azadiya xwe dikarin vê bi dest bixin! Bi vê boneyê em hemû jinên ciwan ên milîtan û azadîxwaz vedixwînin konferansa xwe ya TekoJIN ku wê di 29’ê Hezîranê de li seranserê Elmanyayê li Kasselê bê lidarxistin. Werin em bi hev re di konferansê de nîqaş bikin û di vê pêvajoya dîrokî de bi perspektîfek xurt rola xwe bilîzin!
Bijî Serok APO!
Jin Jiyan Azadî!