NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn ragihand ku wê konferansekî di bin dirûşmeya “Ciwan û avakirina pêşerojekî azad” di 8 û 9’ê Hezîranê li Beyrût li darbixin. Wê zêdetirî 25 rêxistin ji 14 welat beşdarî konferansê bibin.
Rodî Hesen, hevserokê Encûmena Ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, ku wê tevlî konferansê bibe, derbarê Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn û hedefa vê konferansê ji Ajansa Nûçe Ciwan re axivî.
“Bi rastî rojhilata navîn xwedî çandekî pir dûr û kevnar e, xwedî çandekî dîrokî ye şoreşa neolîtîk, paolîtîk, bi xwe li vê herêmê li vê xakê hatin destpêkirin. Lê îro mixabin em dibînin her tim şer û pevçûn heye. Ev însiyatîf ji xwe ji zû de hatiye destnîşankirin. Ew jî 2015 bi navê însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li bajarê Amedê kongreya xwe ya yekemîn li darxistin. Kongreya dûyemîn li başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê 2017 hat lidarxistin. Kongireya sêyemîn li rojavayê Kurdistanê, bakur û rojhilatê Sûriyê, hat li darxistin li bajarê Kobanê.
Zaten em jî anha diçin kongireya xwe ya çaremîn a ciwanên rohilata navîn, hedefên me, armancên me ji konferansê çi ye, em ciwan li hev kom bibin da em pirsgirêkên xwe nîqaş bikin. Pirsgirêkên olperestî, netewperestî, zayendperestî, zanistperestî, her pirsgirêkên ku em giştî îro em tê de jiyan dikin. Em bigihêjin yek hedefê, em bigihêjin yek armancê ji bo çareserkirina van pirsgirêkan. Yanî peydakirina rêjîmeke an jî sîstemeke alternatîf ji van sîstemên heyî re, yanî ewqas şoreşên bihara gelan li vê herêmê çêbûn, ji bakurê Afrîkayê heta bigihêje rojhilata navîn pir şoreşên cûda cûda çêbûn. Refilikseke xurt ji gelan derket û zaten ên di nav wan gelan de û dînamîkeya herî xurt û şopdar zaten ew ciwan bûn. Lê ji ber nepeydabûna felsefeyeke siyasî, nepeydabûna sîstemeke alternatîf hişte ku mudaxaleyên pir ji derve werin. Mudaxaleyên pir gemar werin kirin, wekî rêxistinên El-Qaîda, Daiş, elîxwan elmuslîmîn, ev giştî midaxele kir û vîna gelan û vîna ciwanan hate tewizandin, hate binpêkirin ê ji.
Ji ber vê yekê em wekî ciwan em îro li hev kom bibin. Naskirina me ji bo vê sîstema alternatîf bê kirin tevî wê jî em wan pirsgirêkên xwe çareser bikin bi riya vê sîstema alternatîf ya ku rêgezên xwe li ser hîmên, li ser bingeh û rêgezên biratiya gelan, biratiya neteweyan li ser azadiya jin, ekolojî bi karanîna dij endustriyalîzim, bikaranîna pîşesazya ekolojîk, ji ber ev giştî dikevin di nav hev de û ev giştî hîmên sîstema modernîteya kapîtalîst a ku li dijî me tê bikaranîn û em bikaribin di nav vê sîstema alternatîf bibin rêgezên sereke.”