COLEMÊRG- YCWK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de, yekîneyên Colemêrgê li dijî qeyûman çalakî li dar xistin û li gelek deveran barîkat danîn. Gelek nuqteyên Colemêrgê û bi polîsan re pevçûn.
Daxuyanî wiha ye:
Ji yekîneyên me yên YCWK’ê yên Colemêrgê rêze çalakî! Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de yekîneyên me êvara 5’ê Hezîranê li gelek nuqteyên Colemêrgê li dijî biryara qeyûmê çalakî li dar xistin. Di dema çalakiyan de yekîneyên me bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan. Em diyar dikin ku li dijî her êrîşa li dijî gelê Kurd em ê li qadan bin û bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku li qadan li ber xwe bidin.
Bijî Şerê Gel ê Şoreşgerî