NAVENDA NÛÇEYAN- Rojnameger Serdar Karakoç di 23’yê Gulanê de ji aliyê polîsên Hollandayê ve hate binçavkirin ku Karakoç kedkarê 35 salan ê Çapemeniya Azad e û her wiha ev 23 sal in jî li sirgûnê ye. Ji parêzerê Karakoç re hate ragihandin ku ew li mala xwe ya li Kerkradeya Hollandayê bi daxwaza dewleta Elmanyayê hatiye binçavkirin. Piştî 48 saetên binçavkirinê dewleta Hollandayê derheqê Serdar Karakoç de biryara girtinê daye û Karakoç niha li Girtîgeha Sittardê tê rehîngirtin.
ELMANYA DEWLETÊN DIN JÎ DAXIL DIKE
Parêzerê Serdar Karakoç ê li Elmanyayê Yener Sozen ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û têkildarî dosyayê agahî dan. Sozen destnîşan kir ku Serdar Karakoç bi sûcê berpirsiyariya herêmên Darmstadt, Saarland û Rheînland Pfalzê ya di navbera demên Tîrmeha 2017’an û Gulana 2018’an de tê darizandin. Sozen ji pirsa ‘madem îdîayeke bi rengî hebû, çima dewleta Elmanyayê piştî ew qas salan Karakoç girt’ re ev ber bersiv da: ‘’Ev doz nîşanê me dide ku dewleta Elmanyayê dosyayan di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar tîne. Bi awayekî zelal li holê ye ku dewleta Elmanyayê piştî Tirkiyeyê ji bo berterefkirina muxalefeta Tirkiyeyî û Kurdistanî serkêşiyê dike. Piştî Tirkiyeyê herî zêde li Elmanyayê lêpirsîn û binçavkirin pêk tên. Em dibînin ku Elmanya di salên dawî de dixwaze ku sîyaseta xwe ya derve ku weke ya dewleta Tirk e bi Yekitiya Ewropayê re bide qebûlkirin. Ne tesadûf e ku di salên dawî de girêdayî daxwaza Elmanyayê li Qibris, Fransa û Swêdê sîyasetmedarên kurd tên girtin. Elmanya ji bo ku dewletên din ên Ewropayê daxilî vê yekê bike, vê yekê bi zanebûnî dike. Bi vê sîyaseta xwe ya derve û bi van operasyonan ew kesên digire di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar tîne. Li Tirkiyeyê bi taybet jî ji bo pêvajoya piştî sala 2016’an heya zanayên lîberal jî dibêjin ku ev yek rejîmeke otokratîk e. tevî ku vê yekê dibînin jî nabe ku hikûmeta federal bi zextê muxalefeta Tirkiyeyî û Kurdistanî di çarçoveya berjewendiyên xwe yên polîtîkayên derve de bi kar bîne. Serdar Karakoç xeleka dawî ya vê zincîrê ye. Hê derfet çênebûye ku em xwe bigihînin dosyayên lêpirsînê yên dozgeriya federal. Gava ku me lêkolîn kir wê demê em ê derheqê pêvajoyê de bi raya giştî re agahiyên berfirehtir parve bikin.’’
HINCETA ELMANYAYÊ XALA 129B’YÊ YE
Dewleta Elmayayê ku li dijî gelê Kurd polîtîkayên xwe yên krîmînalîzekirinê zêde kirine, ji bo ku rojnameger Serdar Karakoç di çarçoveya madeya 129B’yê de bidarizîne, dixwaze ji wan re were teslîmkirin. Wê di rûniştina ku wê di 24’ê Tîrmehê de biryar werte dayîn ku Karakoç wê ji Elmanyayê re were teslîmkirin yan na. Her wiha ew biryar wê nebe biryara dawî ya dadgehê ji ber ku mafê îtîrazkirinê jî heye.
TU CARÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN
Duh gelek rojnameger, nivîskar û rewşenbîran daxuyaniyeke hevpar dan û bang kirin ku demildest Karakoç were berdan û dewleta Hollandayê dev ji polîtîkayên xwe yên krîmînalîzekirina gelê Kurd û medyaya wan berde. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Karakoç yek ji rojnamegerên ku di 3’yê Kanûna 1994’an de gava ku bînaya Rojnameya Ozgur Ulkeyê bi talîmata serokwezîra Tirkiyeyê ya wê demê Tansû Çîllerê hate bombebarankirin, ew jî li bînaya rojnameyê bû û ev yek hatin gotin: ‘’ Krakoç yek ji wan rojnamegeran e ku ji bo mafê gelê Kurd ê ragihandinê xwedî kedeke mezin e. ji ber vê yekê tu carî nayê qebûlkirin ku dewleta Hollandayê rojnameger Serdar Krakoç binçav bike û gefa telîmkirina ji dewleta Elmanyayê bixwe.’’
ÇAPEMENIYA AZAD MAFÊ KURDAN E JÎ
Di daxuyaniyê de bang li çapemenî, saziyên çapemeniyê û yekîtiyên rojnamegeran ên Hollandayê hate kirin ku ji bo azadiya rojnameger Serdar Karakoç tev bigerin û bêdeng nemînin û ev yek jî hatin gotin: ‘’Rojnameger Serdar Karakoç ev 23 sal in li Hollandayê weke sirgûnê polîtîk jiyana xwe didomîne. Rojnameya Ozgur Gundemê jî di nav de gelek hevalên me yên rojnameger yên ku di gelek rojname û medaya Kurd de kar dikin, ev 35 sal in bi her cure polîtîkayên dewleta Tirk yên zext û çewisandinê re rû bi rû ne. Demokrasî, hiqûq û çapemeniya azad mafê Kurdan e jî.’’
ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKIN
Rojnameger Bayram Balci ku ji salên 90’î heya niha di heman weşanxaneyan de li gel Karakoç kar dike, ev yek anîn ziman: ‘’ Nayê qebûlkirin ku rojnamerek ku bi her cure zext û êşkenceyên dewleta Tirk re rû bi rû maye maye û hatiye Ewropayê û miameleye bi vî rengî bibîne. Hewce ye ev yek bi tundî were protestokirin. Nabe ku Karakoç bi daxwaze dewleta Elmayayê were binçavkirin. Dewleta Hollandayê li şûna ku rojnamegerekî Kurd binçav bike û bigire, hewce ye zextê li dewleta Tirk bike. A niha bi sedan rojnamegerên Kurd li Tirkiyeyê girtî ne. Madem dewleta Hollandayê xwe weke dewleteke demokratîk pênase dike, hewce ye hevalê me Serdar Karakoç serbest berde. Hewce ye ji bo rojnamegerên ku li Tirkiyeyê di bin çavan de ne jî zextê li dewleta Tirk bike.’’
LI DIJÎ MAFÊ RAGIHANDINÊ ÊRÎŞEK E
Rojnameger û lêkolînerê çapemeniya Kurd Cahît Mervan ku ji Karakoç re gelekî kar kiriye jî ev yek anîn ziman: ‘’ Serdar Karakoç rojnamegerekî kurd e. helbet ne tenê ev qas. Her wiha ew qurbaniyeke terora dewleta Tirk a li dijî çapeniya Kurd e. A rastî ew jî weke gelek rojnamegeran îro bi tesadufî dijî. Ji ber ku dema ku Serdar dest bi çapemeniya Kurd kir, wê demê kontgerîlayên dewleta Tirk xebatkarên çapemeniya Kurd qetil dikirin. Her wiha bi telîmata Tansû Çîller a serokwezîre wê demê bi rojane bînaya navendî ya Rojnameya Ozgur Ulkeyê dihat bombebarankirin. Ji xebatkaran Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da. Serdar û xebatkarên din bi şenseke mezin ji wê êrîşa mezin rizgar bûn. Gelek rojnamegerên Kurd di encama terora dewleta Tirk yên bi vî rengî berê xwe dan derveyî welat. Serdar tim di nava çapemeniya Kurd de cih girt. Min Serdar di hemû korîdorên çapemeniya Kurd de dîtiye. Rojnamegerekî jêhatî ye û xwedî kesayeteke gelekî mirovhez û nazik e. Tu eger nayên qebûlkirin ku kesekî ku jiyana xwe ji bo azadî, mafê ragihandina bindest û gelê Kurd terxan kiriye, were girtin. Hewce ye demildest dev ji vê xeletiyê berdin û hevalê me Serdar were berdan.’’
NABE KU JI BERJEWENDIYAN RE WERE QURBANÎKIRIN
Sefkan Kobanê yê rojnameger û nivîskar ê hevalê Karakoç bibîr xist ku ev biryara Hollandayê binpêkirineke hiqûqa Ewropayê ye û destnîşan kir ku qîmeta têkiliyên dostane yên li gel gelê Kurd zêde ye û nabe ku bibin qurbaniyên berjewendiyên li gel dewleta Tirk û axaftina xwe wiha berdewam kir: ‘’Ez vê kiryara nehiqûqî û neexlaqî ku bi daxwaza dewleta Elmayayê li hemberî Serdar Karakoç hatiye kirin bi tundî şermezar dikim. Ev kiryara li dijî hevalê me yê rojnameger weke êrîşeke li dijî çapemeniya azad e. Girêdayî berjewendiyên Hollanda, Elmanyayê yên bi dewleta Tirk re, girtina Serdar Karakoç ne demokratîk e. Helbet li Ewropayê tu tişt bi serê xwe pêk nayê. Her wiha niqaşên sekreteriya nû ya NATO’yê tê kirin û bi ihtimaleke mezin namzedbûna kesekî Hollandayî leke anîye ser biryarên ku hatine dayîn. Hollanda li hemberî sekreteriya NATO’yê ji bo kedkarekî çapemeniya Kurd têkiliyên veşartî danîne û girêdayî vê yekê em binçavkirina Serdar Karakoç qebûl nakin û biryar li dijî hiqûqa Ewropayê ye. Ev yek êrîşeke li dijî mafê ragihandinê ye. Hewce ye demildest hikûmeta Hollandayê vê rewşê bi dawî bike, hevalê me serbest berde û têkilyên xwe yên dostane yên li gel gelê Kurd bidomîne.’’
LI HOLLANDAYÊ DOZA NÛRIYE KESBÎRÊ
Dewleta Hollandayê ji diza PKK’yê cara ewil girêdayî daxwaza Elmanyayê kesek binçav kir. Di heyemake nêz de Hollandayê bi doza Nûriye Kesbîrê ezmûneke girîng derbas kiribû. Di sala 2001’an de Nûriye Kesbîr li Hollandayê serîlêdana penaberiyê kiribû û li balafirgehê ew hatibû bivçavkirn û piştre hatibû girtin. Nûriye Kesbîr a ku li Hollandayê serîlêdana penaperiyê kiribû lê belê serîlêdana wm hatibû redkirin, piştî ku 16 mehan li girtîgehê hate girtin bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Nûrîye Kesbîr di 5’ê Adara 2004’an de dubare hate girtin û ew şandin Girtîgeha Bredayê. Dadgeha Bilind a Hollandayê di 7’ê Gulanê de girêdayî ji Tirkiyeyê re îadekirina Kesbîrê biryar da û di 23’yê Tîrmehê de jî têkildarî serîlêdana penaberiyê biryara redê ya Dadgeha Bilind a Amsterdamê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Ji aliyê Wezereta Edaletê ya Hollandayê ve biryara Dadgeha Bilind a Amsterdamê ya îadekirina Nûriye Kesbîrê ya ji boTirkiyeyê hete erêkirin. Di doza 1’ê Mijdarê parêzeran raporên têkildarî mafên mirovan yên demên deawî weke delîl pêşkêşî dadgehê kiribûn. Piştre Dadgeha Bilind a Hollandayê biryara îadekirina Kesbîrê ya ji bo Tirkiyerê dabû sekinandin. Heman dozê gelekî bala saziyên mafên mirovan ên Ewropayê û Kurdên ku li wir dijîn kişandibû û Însiyatîfa Azadiya Nûriye Kesbîrê hatibû avakirin û ji bo azadiya wê gelekî çalakî hatibûn lidarxistin. Ev biryar ji aliyê endamên Însiyatîfa Azadiya Nûriye Kesbîrê ve bi kêfxweşî hatibû pêşwazîkirin.
HIKÛMETA ELMANYAYÊ LI DÛ ÇI YE!
Li Elmanyayê di 22’yê Gulanê de li gel girtina Hacî A. yê 50 salî hejmara aktîvîstên Kurd ên di bin çavan de derketibû 12’yan.
DOZA KENAN AYAZ
Li Elmanyayê bi taybetî di van salên dawî de Elmanya daxwaza îadekirina aktîvîstên Kurd ên ku demekê li Elmanyayê jiyane û êdî li Elmanyayê najîn, ji welatên ku ew aktîvîstên Kurd lê dijîn, werin darizandin, dike. Bi taybetî jî Kenan Ayaz piştî pêvajoyeke dirêj ji Elmanyayê re hatibû radestkirin û ev rewş ji aliyê rewşenbîrên Qibrisî ve hatibû şermezarkirin. Siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz di 15’ê Adara 2023’yan de bi daxwaza dewleta Elmanyayê li Balafirgeha Larnakayê hatibû binçavkirin û girtin. Di encama Dadgeha Komara Qibrisê de biryar hate dayîn ku Kenan Ayaz ji dewleta Elmanyayê re were radestkirin. Ji Xizîrana 2023’yan û heya niha Kenan Ayaz li Girtîgeha Damtor a Hambûrgê tê girtin û Ayaz bi hinceta ku navbera salên 2018 û 2020’an de li Elmanyayê di nava xebatên PKK’yê de ci girtiye tê darizandin.
DOZA MEHMET ÇAKAS
Mehmet Çakas ku bi madeya 129\b’yê ya Qanûna Cezayî ya Elmanyayê tê darizandin û beriya niha jî serîlêdana penaberiyê ya Çakas hatibû redkirin. Ji ber vê yekê Çakas diçe Îtalyayê û daxwaza penaberiyê dike. Di Kanûna 2022’yan de jî bi hinceta ku Çakas li herêma Bremen û Hannover weke endamekî PKK’yê kar kiriye, bi daxwaza Elmanyayê hatibû girtin. Mehmet Çakas di meha Adarê de ji Elmanyayê re hate radestkirin û girêdayî madeya 129b’yê di encama doza ku Çakas bi hinceta ‘terorê’ dihat darizandin 2 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn û Çakas niha li Girtîgeha Hannoverê rehîn tê girtin.
FRANSAYÊ SABRÎ ÇÎMEN TESLÎM KIR
Sabrî Çîmen ê welatîyê Îngilîstanê jî bi daxwaza dewleta Elmayayê di 2’yê Xizîrana 2022’yan de li Fransayê hatibû binçavkirin û di 12’yê Çileyê de ji Elmanyayê re hatîbû radestkirin. Di rûniştina meha Adara îsal de girêdayî madeya 129a\b’yê 3 sal cezayê girtîgehê li Çîmen hatibû birin.
DOZA FERÎT ÇELÎK
Ferît Çelîk ê 36 salî yê li Swêdê di 23’ê Sibatê de ji aliyê Serwîsa Ewlehiyê ya Swêdê ji bo civîneke li Solnayê hatibû vexwendin. Ferît Çelîk li gel parêzerê xwe tevlî civînê bû û piştre wesayita parêzerê Ferît Çelîk ji aliyê 3 wesayitên polîsan ve tê rawestandin û Çelîk ji aliyê polîsên sivîl ve hate bivçavkirin. Yekem rûniştina Çelîk di 26’ê Sibatê de li Dadgeha Herêmî ya Sodertornê hate kirin û hate zanîn ku Çelîk li ser daxwaza Elmanyayê hatiye binçavkirin. Ferît Çelîk heya biryara ku wê ji bo Elmanyayê were radestkirin yan na, li Swêdê girtî be ku Elmanyayê derheqê Çelîk de biryara girtinê daye.