NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê Ronahî Hisên, ku wê beşdarî konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a bi diruşmeya “Ciwan û avakirina pêşerojekî azad” derbarê hedefa xwe di xebatê xwe de û hedefê xwe ji bo vê konferansê bi Ajansa Nûçe Ciwan re axivî. Konferans wê di 8 û 9’ê Hezîranê li Beyrût were li darxistin.
Axaftina wê wiha ye:
‘EV KONFERANS ÎSPATEKÎ JI KAR Û DANÛSTANDIN KU TÊN MEŞANDIN E’
“Dest pê kê di cihên Rêveberiya de hemû pêkhate cihê xwe digirin. Hem ereb, kurd, turkmen, suriyan, ermen, giştî pêkhate digire. Wek ciwan li vê derê nêzîkatiya me li hember hev du, çalakî û kar û xebat ku bi hevre tên kirin di astekî pir baş de ye. Ji ber ku ev zihniyet ku bi salan hat meşandin, ku her pêkhate cuda kir, di herêmên Rêveberiya Xweser de hatiye derbas kirin. Hem kar û xebat hem ku tên meşandin, hem danûstandin ku tên meşandin, bi taybet ev konferans ku were çêkirin îspatek e ji wê re ye. Ji ber di komîteya amadekar hemû pêkhate, bi hemû ziman, cihê xwe digirin. Her kes bi rengê xwe, bi nêrîna xwe tevlî dibe. Hem di herêmên Rêveberiya Xweser de her pêkhate dibistanên bi zimanê xwe vedikin, hem di milê xweser de, wek hevalên jin saziyên ku girêdayî wan, her pêkhate, her yek girêdayî wê saziyekî xweser, girêdayî jinên ciwan û jin tê de avabûye. Her kes xwesertiya xwe tê de diparêze, di hemû milan de. Hem milê ziman, hem milê cins, mafê xwe diparêzin, xwesertiya xwe diparêzin.”
DIJMIN DIXWAZE GEL JI HEV DU QUT BIKE
“Em îro bi fikirê Rêber Apo gihîştin vê derê. Projeya Netewa Demokratîk ku hatiye pêşiya me, yek ji armancên wê ev bû, komkirina hemû netewan li gel hev du, kurd, ereb, tirk, suriyan… Armancekî pir mezin li pêşiya me ye. Bi vê yekbûn em dikarin di welatekî demokratîk de bi hev re jiyan bikin. Em tekoşînekî mezin didin meşandin li hemberî ev dewletên desthilatdar ên ku dixwazin qutbûnekî mezin di nav wan pêkhateyên de pêk bînin. Hêdî gelê me ku li vê derê jiyan dike, hemû pêkateyan gihîştin vê zanebûnê ku dijmin dixwaze bi çi armancê nêzî me bibe. Dixwaze van gel ji hev du qut bike. Ji bo vê ji dest pê kê de ciwan armanc digire, bi şerê taybet ku li ser wan dide meşandin. Bi taybet li Dêrazor tevlîhevî ku hat kirin armancê wê qutkirina netewan ji hev duyan. 2004 ev tevlîhevî ku li Qamişlo jî hat çêkirin, ew jî bi armancê dewletê yê qutbûna netewan hat çêkirin. Lê niha em li vê derê meyze dikin, ji hemû cIhanê da xuya kirin, pîvanê esasî di nav Rêveberiya Xweser de Netewa Demokratîk e û hewandina hemû netewan di nav xwe de.”
JIN, JIYAN, AZADÎ BÛ DIRÛŞMEYA HER JINEKÎ CIWAN
“Armancekî me yê esasî her di kar û xebatekî de heye. Bi taybet di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşketina jin bi giştî û bi taybet jinên ciwan li ser felsefeya Rêber Apo ê ku di hemû deran hat belav kirin, ne tenê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, li hemû cîhanê jî hat belav kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê ev hat xuya kirin. Jin, jiyan, azadî bû dirûşmeya esasî ji bo hemû jinên cîhanê li hemû deran. Berî demekî konferansekî hat li darxistin, ew jî ser Netewa Demokratîk. Pîvanê herî esasî ji bo her jinekî ciwan jiyanekî hevpar jiyan bike, bi nêrîna xwe, fikirê xwe, bi xwesteka xwe, heta ku bikaribe ji hemû desthilatdarî, di milê civakê de, di milê eşîran de were xilas kirin, tekoşînekî pir mezin lazim e. Ev tekoşîn ji bo ku were kirin pêwîst e di milê perwerde de, milê rêxistinbûna xwe de, em xwe kûr bikin. Wek jinên ciwan emê çawa li vê derê jiyan bikin, emê çawa xwe îspat bikin… Dema tu dixwazî li her şoreşek, li her bajar meze bike, dest pê ke ciwan û jinên wê bajar meze bike. Tu civak bê ciwan, bê jinên ciwan tu carî bi sernakeve, ji ber ciwan ew in ku guhertin çêdikin, ên ku dihêlin pêşketin çêbibe ciwan û jinên ciwan in. Armancê me gihandina vê fikir ji hemû deveran re. Hemû jinên cîhanê bi Jin, Jiyan, Azadî xwe rêxistin bikin, şoreşekî civakî, şoreşekî çandî, di hemû milan de, bi hev re ava bikin û bi destekî em bikaribin vê şoreşê bidin meşandin.”