RİHA- WAN- Bertekên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê li hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hatiye birîn didomin. Li Riha û Wanê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê bi daxuyaniyan hat protestokirin.
RIHA
Rêxistinên hiqûqî yên Rihayê li ber Baroya Rihayê daxuyanî dan. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Rihayê piştgirî dan çalakiyê.
Hevserokê Şaxa OHD’ê ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyku axivî û got: “Îro vîna nêzî 30 hezar welatiyên ku îro li Colemêrgê dengê xwe bikaranîne, ji holê hat rakirin. Ev berdewamiya zîhniyeta darbeya sivîl e. Dixwazin rejîmeke ku li şûna kesên hilbijartî tayînkirina qeyûman rewa bikin. Hikûmet ji holê rakirina vîna gel, dixwaze hiqûqa xwe ava bike. Divê hikûmet demildest vegere sînorên hiqûqê. Polîtîkayên hikûmetê welat ber bi kendalê ve dibe.”
Oyku anî ziman ku divê demildest biryara der barê Akiş de paş de were vegerandin û got: “Divê rêz ji mafê hilbijartinê yên gel re bê girtin. Divê demildest Hevşaredarê Colemêrgê serbest bê berdan û peywîra wê were îadekirin.”.
WAN
Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Wanê li ber Odeya Endezyarên Çandiniyê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Rejîma qeyûm nayê qebûlkirin, vîna gel nayê desteserkirin” hat vekirin.
Berdevkê demê yê TMMOB ÎKK Engîn Işik axivî û got: “Hikûmet weke her du serdemên borî, careke din bi rêya dadweriya siyasî bi hincetên neqanûnî, hilbijartinan bêwate dike û hilbijartinan dike amûr û sûc dike.”
Çalakî bi dirûşma “Roj wê were û AKP hesab bide gel” bi dawî bû.