NAVENDA NÛÇEYAN- Nobetên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê di roja sêyemîn de berdewam dike. Li gelek bajaran jî nobet hat destpêkirin.
ÊLIH
Li Êlihê li ber şaredariyê çalakiya hatiye destpêkirin bi tevlîbûna rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêxistinê civaka sivîl didomin. Girse bi stranên berxwedanê çalakiya xwe didomînin.
SÊRT
Li Sêrtê jî çalakiya nobetê ya li ber şaredariyê di roja sêyemîn de didome. Parlamentera bajar Sabahat Erdogan Sartaş jî tevlî çalakiyê bû. Giresya beriya çalakiyê li Taxa Gap hatin gel hev, çûn serdana esnafan. Sabahat Erdogan Saratş polîtîka qeyûm vegot û her kes vexwendiyê ber şaredariyê kir.
Her wiha li Misirc û bajroka Ziyaret a Hawêlê jî çalakî berdewam kir.
EDENE
Li Edeneyê jî bi pêşengiya DEM partiyê li Parka Înonu çalakiya nobetê hat destpêkirin. Polîsan bariyer danîn û avahiya DEM Partiyê ya Edenê dorpêç kirin. Tevî astengiyan girse li parka Înonu hatin gel hev û çalakî pêk anîn.
ŞIRNEX
Li Cizîr, Sîlopî, Hezex a Şirnexê jî li ber çalakiyan çalakiya nobetê di roja sêyemîn de berdewam kir.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî nobeta edeletê ya li dijî qeyûman li ber Sumerbank a Berê ku hatibû destpêkirin di roja duyemîn de berdewam kir. Girseya tevlî nobetê bû dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi serkevin” berz kirin û gotin wê şûnde gavê navêjin.
Nobet sibê jî di heman saetê de li heman cihî wê bidome.
DÎLOK
Nobeta li Dîlokê jî bi pêşengiya DEM Partiyê berdewam dike. Di çarçoveya çalakiyê de li Parka Balikli daxuyanî hat dayîn. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Şaredarî yên me ne, em ê rê nedin desteserkirinê.”
MÊRDÎN
Li gelek navçeyên Mêrdînê jî li hemberî desteserkirina vîna Colemêrgê meş hatin lidarxisti. Her wiha li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Qoser, Dêrik, Şemrex, Nisêbîn, Kerboran û Artukluyê jî nobet berdewam dike. Di nobetan de desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hat protestokirin.
Li Qoserê jî girseya li ber avahiya DEM Partiyê hatin ba hev, daxuyaniyek dan û meş li dar xistin. Polîsên Tirk ên xwestin meşê asteng bikin, rastî berxwedana gel hatin û girse meşiya.
Çalakî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.
Di çaçalakiyên li hemû navçeyan jî bertek nîşanî desteserkirinê dan û gotin: “Heta desteserkirin bidome, em ê têkoşînê xurt bikin. Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet helwestê nîşan bide.”