NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin, êvara 6’ê Hezîranê li gelek nuqteyên Colemêrgê bi polîsan re pevçûn derket. Rêber APO” li dijî darbeya siyasî ya ku ji aliyê faşîst, dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Şaredariya Colemergê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî pevçûnê 2 polês birîndar bûne û wesayîteke zirxî jî hatiye derbkirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji yekîneyên me yên YCWK’ê yên Colemêrgê rêze çalakî! Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” êvara 6’ê Hezîranê li gelek nuqteyên Colemêrgê bi polîsan re pevçûn derket. Di van çalakiyan de 2 polîs birîndar bûn û wesayîteke zirxî jî hate derbkirin. Yên ku êrîşî vîna gel bikin, wê li qadan rastî bersiveke dualî bên. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku xwedî li nirxên têkoşînê derkevin.
Bijî Şerê Gelê Şoreşgerî”