HABER MERKEZİ- Lîana Mihoyan ji Ermenîstanê beşdarî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bûye. Ew jineke ciwan a Êzidî ye ku li Ermenîstanê dijî.
Mihoyan der barê konferansê de hestên xwe ji ajansa me re parve kir:
“Ez Lîanna Mihoyan. Ji Ermenîstanê me. Ji bo min balkeş bû tevlîbûyîna vi konferansê. Konferansa ciwane ye û em dizanin ku ciwan pêşaroja civakê ne. Zarokên me jî pêşaroja me ne. Beriya ez werim wir nerîna min cûda bû. Niha 15 netew li virin û hemû ciwan in. Ez giringî didim ku nerîna ciwanan were gohdar kirin. Ez bawerim ciwanên ku beşdar bûne pêşarojekî azad û bextewer ava bikin. Niha tu netew nine ku li vir li ser wan êrîş nehatiye meşandin, her wiha kapîtalizm êrîş nekiriye. Ez hevîdarim ciwanên me yên wir ne tenê ciwanên Kurd an jî Êzîdî hemû ciwan pêşarojekî şa û bextewer ava bikin.”