BEYRUT- Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de me weke Ajansa Nûçe Ciwan xwest ku ji ciwanên beşdar bûne fikrên wan ên derbarê konferansê û pêşerojê de hîn bibin. Yek ji wan Alan Elem Eldîn ê ji welatê Filistînê ye.
Endamê Însiyatîfa Dewleta Demokrat û Yekgirtû ya Filistînê Alan Elem Eldîn di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiya mafan û diyar kir ku ji bo ku cîhan ber bi paşerojeke azad û demokratîk ve biçe divê nîqaş bên pêşxistin.
Axaftin wiha ye:
“Navê min Alan Elem Eldîn e, ez endamê Înîsiyatîfa Dewleta Demokratîk û Yekgirtû me. Berî her tiştî ez dixwazim behsa rewşa ciwanên Filistînê bikim û li Xezzeyê çi tê serê ciwanên behs bikim. Ciwan tên qetilkirin û bi gelek zehmetiyan re rû bi rû diminin. Zextekî gelekî mezin li ser gelê Filistînê heye. Di van êrîşên ku pêşdikeve de bi taybetî zîhniyeta kapîtalîzmê roleke mezin dilîze.
Dewleteke ku ji cihûyan pêk tê, ne tenê ji bo gelê Filistînê ji bo gelek gelên din jî rewşeke xeternak ava dike. Ji ber ku tenê yek dewlet, yek ziman, yek nasname gelên din tune dike. Mirov niha perçe bûne. Li Iraq, Lubnan û Sûriyê li gelek cihan rewş wiha ye. Pêwîste em li dijî vê derkevin û bi hemû gelan re sîstemeke demokratîk ava bikin. Ji bo vê jî divê em li dijî hemû projeyên desthilatdaran derkevin. Em dikarin bi pêşxistina nîqaşên li ser çawa hemû civak û cîhanê ber bi pêşerojeke azad û demokratîk ve bibin, cîhanê ber bi pêşerojeke azad û demokratîk ava bikin.