BEYRUT- Cevahîr Chana ku weke jineke sosyalîst a Tûnisî beşdarî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bû, têkildarî krîzên li Rojhilata Navîn ji ajansa me re nirxandinek kir.
Chana di axaftina xwe de diyar kir ku pirsgirêkên ciwan û jinan ên li Tûnisê weke li gelek welatan tên jiyan kirin e û wiha got: “Armanca me ya tevlîbûna vê konferansê ew e ku em bi rêxistinên jin û ciwanan re têkiliyan deynin, wan zêdetir nas bikin. ji têkoşîna xwe ya heyî ezmûnê bi dest bixin û ji hev fêrî tiştekî bibin.”
Axatin wiha ye:
“Navê min Cevahîr e, ez ji Tûnisê me. Ez wek jineke sosyalîst beşdarî vê konferansê bûm. Weke hemû welatan, li Tûnisê jî pirsgirêkên aborî û civakî yên ciwanan hene. Piraniya koçber dibin, piraniya ciwanan xewna çûyinana bakurê cîhanê, an jî Ewropa, dikin. Ev jî encama dagirkeriya gelê Tûnisê û gelên li Tûnisê dijîn e. Weke li welatên din, yên ku herî zêde ji şer, zext û tundiyê zerarê dibînin jin in. Niha hinekî baştir e, têkoşîna me ya azadiyê dewam dike. Armanca me ya tevlîbûna vê konferansê ew e ku em bi rêxistinên jin û ciwanan re têkiliyan deynin, wan zêdetir nas bikin, ji têkoşîna wan a heyî ezmûnan werbigirin û ji hev fêr bibin. Di dawiyê de, ez difikirim ku girîng e ku bi hev re tevbigerin û planên hevbeş pêşbixin.”