BEYRÛT- Roja duyemîn a Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku li paytexta Lubnanê a Beyrûtê bi şiyara “Avakirina ciwan û siberoja azad” tê li darxistin, bi moral û coşeke mezin dest pê kir.
Konferans bi atolyeya ku mijarên “Krîza ekolojîk û wêrankirina xwezayê”, “Nêzîkatiya hikûmetên li hemberî ciwanan û bikaranîna ciwanan a ji bo berjewendiyên xwe”, “Ciwan û neteweperestî, zayendperestî, olperestî û zanistperestî” dest pê kir.
Atolyê, bi nîqaşên “Krîza ekolojîk û wêrankirina xwezayê” dest pê kir. Endamê Encûmena Ciwanên Başûrê Kurdistan Rêz Latif û endamê Partiya Komunîst a Iraqê Alî Sevir vê atoliyê bi rêvebir. Di atolye ya destpêkê de “Rola ciwanan di sînordarkirina wêrankirina xwezayê de, dîtina çareseriyek ji krîza ekolojîk û avakirina jiyaneke bi ewle ya exlaqî û tendurist” hate nîqaşkirin.
Di nîqaşan de hat diyarkirin ku atolyê yên bi vi rengî pir girîng in û pêşengiya ciwanan ji bo çareserkirina krîza ekolojîk a li Rojhilata Navîn pêwist dike. Ciwanan diyar kirin ku gelên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê gelên ku bi axên xwe ve, bi welatên we ve girêdayî ne û ku şerên ku li Rojhilata Navîn tên kirin zirareke mezin didin xwezayê. Ciwanan gotin ku ew ê bi her awayî li dijî şer û tinekirina xwezayê têbikoşin.