NAVENDA NÛÇEYAN- HPG’ê duh bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku hêzên gerîla li Asosê SÎHA ya bi tîpa ANKA ya ayîdê dewleta Tirk xiste xwarê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên azadiyê balafirek bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker xistine û wiha hatibû gotin: “6’ê Hezîranê di saet 23.00’an de SÎHA ya bi ANKA ya ayîdê dewleta Tirk li asîmanên Asosê difiriya. Hêzên me yên gerîla derbe li balafira bê mirov û bi çek da û xiste xwarê.
Hate tespîtkirin ku SÎHA ya bi tîpa ANKA ya ji aliyê hêzên me ve hatî xistin, ketiye nêzî bajarê Dukan a rojavayê Asosê.”