BEYRÛT- Roja duyemîn a Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a ku li paytexta Lubnanê Beyrût bi şîara “Ciwan û avakirina pêşerojeke azad” pêk hat, bi moral û coşeke mezin dest pê kir.
Konferans bi atolyeyên li ser mijarên “Krîza ekolojîk û wêrankirina xwezayê”, “Nêzîkatiya hikûmetên li hemberî ciwanan û bikaranîna ciwanan ji bo berjewendiyên xwe”, “Ciwan û neteweperestî, zayendperestî, olperestî û zanist” dest pê kir.
Di komxebatên ku her kom di bin mijarên cuda de hatin cem hev, bi mijara “Nêzîkatiya desthilatdaran ya li hemberî ciwanan û bikaranîna ciwanan ji bo berjewendiyên xwe” bi diwantiya endamê YXA (Yekîtiya Xwendekarên Azad) a Elmanya Robîn, Endamê Rêxistina Eniya Çep a Sûriyeyî Samî Hilû û aktîvîstê Misrî Selman Şîha tê rêvebirin. Di vî mijarê de; Bikaranîna perwerdeyê ji aliyê desthilatdaran ve li dijî ciwanan, avakirina sîstema xweseriya xweser a ji aliyê ciwanan ve, zîhniyeta jerontokrasiyê û îradeya azad a ciwanan a li dijî vê tê nîqaşkirin.
Di komeke din a atolyeyê de jî mijara “Ciwan û neteweperestî, zayendperestî, ol û zanist” tê nîqaşkirin. Rêvebirina komê ji aliyê endamê Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Nasir Nasro, Hevseroka Meclîsa Gel a Ermeniyên Sûriyeyê Arev Kazabian û endama Yekîtiya Ciwanên Sûriyeyê Nisrîn Hasim ve tê kirin.
Di komxebatê de bandora neteweperestî, olperestî, zayendperestî û feraseta zanistê ya pozîtîvîst a li ser ciwanan hate nîqaşkirin û hate gotin ku ev feraset ji wan têgihîştinên ku herî zêde zirarê li ciwan û gelên Rojhilata Navîn çêkiriye û astengiya herî mezin a li pêşiya pêngava azad e.
Nîqaş dewam dikin. Piştî nîqaşan wê 3 komên atolyeyê bên cem hev û encamên nîqaşan pêşkêş bikin.