Iraq- Du jinên Iraqî pirtûkxaneya “Etras We Ekser” vekirin. Pirtûkên tê de yên fikrî, çîrok, helbest, huner, felsefe û heta pirtûkên zarokan hene.
10’ê Gulana 2024’an du jinên Iraqî Ban El Rikabî û Zeyneb El-Rikabî pirtûkxaneya bi navê “Etras We Ekser” li herêma El-Mensûr El-Dawûdî li navenda paytexta Bexdayê vekirin. Di her koşeyeke vê pirtûkxaneyê de hunera jinan xuya dike, ji dîzayna wê bigre heta dekor û çirayên wê, pirtûkxane bi rengekî lihevhatî hatiye organîzekirin ku xwîner bi awayekî hêsan bikaribe bikar bîne. Her wiha yek ji refan ji bo berhemên bavê wan Ebdul Xaliq El Rikabî hatiye veqetandin. Di destpêka wê de jî berhema “Etras El-Kelam” heye, di pirtûkxaneyê de atmosferek guncaw a xwendinê heye ku pê re muzîk heye her wiha nebatên siyê jî ku hîn zêdetir atmosfera rehetiya derûnî çêdikin hene.
Pirtûkxane ji du beşan pêk tê, beşa kesan ji 18 salan mezintir û beşa zarokan heye. Deriyê sereke yê ketina pirtûkxaneyê bi wêneyên mezinên wêjevan û helbestvanên Iraqî hatiye xemilandin. Kafeteryayek biçûk ji bo xizmeta xwîneran jî heye, xwîner ji saet 11’yê nîvroyê heta 11’ê êvarê dikarin serdana wê bikin.
‘Em ji maleke ku dîwarên wê hemû refên pirtûkan bûn de mezin bûn’
Der barê fikra projeyê de Ban El Rikabî dibêje: “Gelekî normal e fikra vekirina pirtûkxaneyê çêbibe ji ber bavê min nivîskar û xwîner bû, em ji maleke ku dîwarên wê hemû pirtûkên refên mezin bûn. Rewşenbîr û wêjevanên heval û dostên bavê min lê bûn. amade dibûn civîn li mala me çêdibûn .”
‘Zarokên me di atmosfera niha de ji pirtûkan dûr in’
Zeyneb El-Rikabî teqez kir ku tişta herî zêde bû sedemê vê pirtûkxaneyê vekin ji bo hişyarkirina nifşê nû ye û got: “Zarokên me atmosfera ku em tê de jiyan nedîtin, ji girîngtirîn pirtûkên ji bo me. Me pirtûka hezar û şevek û jinên biçûk û her wekî din xwendine. Em hewl didin careke din nifşê nû vegerînin cîhana xwendin û pirtûkan li şûna ku bi torên medyaya dîjîtal re têkildar bin.” Her wiha diyar kir ku ji bo nirxandina pirtûkan dixwazin xebata xwe berfirehtir bikin.
Pirtûkên ku zêde hatine xwendin girtin pirtûkxaneyê
Ban El-Rikabî jî teqez kir ku hilbijartina pirtûkên ku xistine pirtûkxaneyê ne hêsan bûye, hemû bi riya beşdarbûna wê di 3 pêşangehên ku li Bexdayê çêbûne hatine hilbijartin. Wê pirtûkên ku herî zêde ji aliyê kesên xwîner ve hatine xwendin her wiha yên herî zêde hatine firotin û di pirtûkxaneyên kolana El-Muteebî de tune ne hilbijartiye.
‘Kesên tên serdana pirtûkxaneyê hemû jin in’
Bana El-Rikabî teqez kir ku kesên serdana pirtûkxaneyê dikin hemû jin in got: “Piştî ku jin hîn bûn pirtûkxane ji aliyê jinan ve tê birêvebirin rehet bûn. Bi taybetî keçên ciwan, tevî ku pirtûkxaneyên jinan tenê jî lê belê dema jin Dikin mêr jî. dixwînin hinekî matmayî dimînin lê ji rêveberên wê jin hinekî nerehetiya jinan kêm dibe.
‘Em dixwazin pirtûkxaneya xwe bikin cihê çalakiyên çandî’
Der barê sîstema pirtûkxanyê de Ban El-Rikabî got: “Fikra pirtûkxaneya sereke “Big Store” bû ango firoşgeha pirtûkan, zêdetirî nîvê pirtûkên heyî ji firotinê re ne. Ango pirtûkxaneyê firotin û xwendina di hundirê pirtûkxaneyê de ye. çandî.
‘Jinên Iraqî pêkhatî ne dikarin gelek tiştan bi hev re bikin’
Ban El-Rikabî diyar kir ku zehmetiya duyem jî ew e ku jin in û gelek tişt ji wan tên xwestin. Ji ber ligel karê xwe zarokên wan hene û divê li wan miqate bin û got: “Lê belê jinên Iraqî dikarin van hemûyan bi hev re bikin. Dayika min ji bo vê yekê mînak e. Mamoste bû ew bavê min dikir. Bavê min ê ku ji ber qezayek nexweş ketibû û liv û tevgera wî kêm bû tiştek bikira lê dayika min heta tiştên ku bavê min dixwest binivîsîne guhdarî dikir û dinivîsand. Dayika 3 keçan e û mamoste ye û îro roj ez li pey şopa dayika xwe dimeşim.”
‘Gelek nivîskar û wêjevan hatin serdana pirtûkxaneyê’
Der û barê piştgirîya pêwendîdar bi çand wêjeyê re jî got ku tevî demek kin di ser vekirina pirtûkxaneyê re derbas bûye jî bala gelek çandî dikşîne û got: “Şandeyek ji yekitiya giştî ya wêjevan û nivîskarên Iraqê serdana me kir û piştgirî da projeya. min. Her wiha xwestin çalakiyan li vê derê li dar bixin. Gelek nivîskar û wêjevanan jî serdana pirtûkxaneyê û diyar kirin ku ew amade ne pêşkêş bikin. Ji bo projeya wan bi ser bikeve, berhemên xwe jî li pirtûkxaneyê ji bo xwendinê danîn. Yek ji wan jî dr. Rexed El-Sihêl a xwediya xelata afirandinê ya Iraqê ye û di warê çîrokê de sala 2023’an de xelat girtiye.”
Çavkanî: Nûjinha