NAVENDA NÛÇEYAN-Aktivistê mafên mirovan ji Belûçistanê Dr. Mahrang Belûç bi peyama xwe beşdarî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û BakurêAfrîkayê bû. Bi silavkirina konferansê dest bi peyama xwe kir. Dr. Mahrang komkujiyên gelê Belûç jiyaye bi mînakan ji jiyana xwe vegot. Dr. Mahrang diyar kir ku ew weke gelê Belûç ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Belûçistanê li benda piştgiriyê ne.
Dr. Mahrang Belûç got, “Pêwîst e em ne tenê bi kesên ji bo edalet û aştiyê têdikoşin re sempatiyê bikin, di heman demê de destekeke bêdawî bidin wan. Ji ber têkoşîna we ya bêdawî û fedekariyên we hemûyan silav dikim.”
Peyam bi gîştî wuha ye:
“Çalakvanên ciwan a hêja, ez dixwazim spasiya komîteya amadekar bikim ji bo ev derfet da min da ku ez dikarim li vir biaxavim. Navê min Doxtor Mahrang Belûc e. Ez calakvanekî siyasî û ji bo mafên mirovan kar dikim. Ji Belûçistanê me û endamê komîteya piştgirî ê Belûçistanê me ku rexistenkî ji bo mafên mirovan e ye. Em bi şewaze aaşitîxwaz li hemberî qirkirina Beluçî têkoşîn dikin. Di sala 2023 komîteya piştgirî ya Belûcistan meşa herî direj di dîroka Belûçistan de lidarxist û di gişt heremê de ji bo protestokirina qirkirin li hemberî gelê Belûç. Niha em amadekarî dikin ji bo kombûnekî din ê netewî li hemberî vê qirkirinê di meha Tirmehê de.
Hevalên birêz, îro ez dixwazim li ser heremekî bixavim, ruxmê ku tundiya dagirkerî û desthilatdarî di cîhanê de deng vê dide, ev jî welatê me Belûcistan e. Wekî gelê Belûc em bi qirkirinekî rû bi rû dimînin ku di sedsala 21ê’min de hin berdewam dike û em pir xemgînin ku cîhan bêdenge. 70 sal ciwan, dayik, xwişk û keçên welatên me trajikên herî mezin jiyan kirin. Li herderê cihanê de mirov dengê xwe ji bo gelên bindest derdixin lê mixabin ti rexistinê mafên mirovan dengê xwe ji bo me raneke û rexistinên li dijî şer jî behsa qikirina ku li ser me tê meşandin nekirin. Dema em îro behsa êşa gelê Belûc dikin, bi taybet revandina mirovan ku aliyê dewlet ve dibe mijarê gotinê. Ez yeqin dikim ku Belûcistan heremê bi hejmara herî bilind a mirovên ku ji aliye dewlet ve hatin revandin e. Ew 20 salên dawî arteşa Pakistan u istixbarata wan bi hezaran Belûcî revandin. Ya ku herî zêde ji van pratikê bandor dibe ciwanin; ji ber ew bi cesaret ji bo mafên xwe dengê xwe radikin û li hemberî destilatdarî bêdeng namînin. Ji bo vê arteş û istixparata Pakistan her roj ciwanên me direvîne. Di 20 salên dawî hejmara wan hezar derbas kir. Gelek ciwanên Belûc ji bi salan winda nin bê ku saziyên dawlet malbata wan agahdar dike; gelo ew hin sax in an na. Ev teror li hemberî ciwanan, mamosteyan, rojnamevanan, helbestvanan, rewşênbîran, hûnermendan, jin, zarok û ixtiyran pêk tê. Êşa vê yekê ewqas girane ku gotin têra nakin.
Cem me keç hene ku di jiyana xwe de qet bavê xwe nedîtine, ji ber ku ew hatin revandin bere ew ji dayik bibin û ew bê bavê xwe mezin bûn. Bi sedan jinên me hene ku hevjîna wan hat revandin û piştî 10 salan jî bê agahî ne ku hevjîna wan hin sax e an na. Dewlet parve nake; ew hin jiyan dikin yan hatin kuştin. Ji bo mirov bi rastî vê êşê fehm bike pêwistê mirov malbatan bibîne ku mirovên wan hatin revandin. Vê deme mirov fêm dike ku ev êşa herî giran di cîhanê de ye. Ez jî qurbanê vê politikayê me; dema bavê min ji aliyê dewlet ve hat revandin ez 13 salî bum. Ez û xwişk û birayên xwe wan protesto kirin ji bo bavê min serbest were berdan lê li şûna vê me tenê cenazeyê wî hilgirt. Cenazyê wî piştî işkencê kirin û kusţin avetin daristanekî. Êşê ku me wekî malbat vê deme kişand mirov nikare bîne ser ziman û heta roja îro em bin tesîra vê yekê nin. Ev keliyê dema min cenazeyê bavê xwe pêşiya xwe dît ti carekî ji bîra min naçe.
Ciwanên hêja îro ez bawer dikim ku hemû gelên bindest di cîhanê de, Belûc û Kurd jî nav de ku bi qirkirinê rû bi rû dimînin, êşekî hevpar jiyan dikin û bi heman pirsgirekên rû bi rû dimînin. Em hemû di qirkirinê derbas dibin tene ji ber ku em di welatên xwe de hebûna xwe bederwam dikin, ji ber ku dixwazin wekî mirovên azad û serbixwe jiyan bikin û li aşitî û hevparî di welatên xwe de digerin, dema şer li ser me tê ferz kirin. Dibe ku ez bi xwe ji Belûcistan im, lê ez êşa Kurdan û yê hemû gelên bindest wekî ya xwe dihesibînin. Zahmetiya ku em jiyan dikin hevpare û têkoşîna me jî hevpare. Ji ber êşa me hevpare, hewldanên me ji bo derbas kirina vê jî pewîste yek be. Bi têkoşîna xwe em dikarin dawî li vê êşê bînin. Di dema herî tarî de pewîstê em dev ji hevî bernadin. Pewistê em hêza mirovahî ya vijdanî bizanibin ku cins, netew derbas dike. Di nav hemû zahmetiyên de ciwanên Belûcistan meşaleya hevî zindî dikin.
Di Çepera pêşî ya têkoşînê ew xurtbûyin û biryarbûyinê nîşan didin. Ciqas gef jî li wan tê xwarin û bi girtin û êşkençe rû bi rû dimînin, ew ciwanên ti carekî gav paş de navêjin. Morala wan her di asta herî jor de ye û hêzên dagirkerî û hûcreyên îşkençe hemû debas dike. Em piştgiriya xwe bi ciwanên Belûcistan û bi hemû kesên ku bin têsîra şer de ye diyar dikin. Pêwîst dike ku em ne tenê sempatiya xwe nîşan bidin lê bê dawî li pişta wan bin, ew ku ji bo edalet û aşîtî têkoşîn dikin. Ez we hemû yek bi yek silav dikim ji bo tekoşînê bê dawî ku hûn didin û bedelên ku hûn didin. Gelek sipasiya we dikim!”