BEYRÛT- Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a 2 rojan ku li paytexta Lubnanê Beyrûta bi şîara “Avakirina ciwan û pêşerojeke azad” bi tevlêbûna 95 delegeyên ji 15 welatan û 24 rêxistinên ciwanan ku 2 rojan dom kir, bi coşeke mezin bi dawî bû.
Du rojan krîz û kaosa li Rojhilata Navîn û sedemên wê hatin nîqaşkirin û çareserî û alternatîf hatin pêşandan. Di encama nîqaşên berfireh ên ciwanan de, encamnameya dawî ya ku dê di pêşerojê de pêşveçûna xebatê diyar bike, hate weşandin.
Di encamnameya dawî ya hat weşandin de ciwanan diyar kirin ku wan konferans diyarî Rêber APO kirine û diyar kirin ku ew beşdarî pêngava azadiyê ya ji bo Rêber APO hatiye destpêkirin bûne.
Piştî daxuyaniya dawî, ciwanan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi zimanê Erebî bi fermî ji raya giştî re parve kirin ku beşdarî pêngavê bûne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em vê tecrîdê bi temamî red dikin, li gorî erka xwe ya mirovî û exlaqî ya parastina mafên her kesê ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin.”
Di dauyaniyê de ciwanan banga azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêj jî dewletên kolonyalîst û hegemonîk ên gerdûnî pirsgirêka Kurd ku li Rojhilata Navîn pirsgirêkek jiyanî û hebûnê ye, paşguh dikin, ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkek cîhanî ye û Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê de bûye çar parçe. Hewldanên van hêzan ji bo ji holê rakirina hebûna gelê Kurd di warê çandî û civakî de, Komara Tirkiyeyê ava kirin û ji ber berjewendiyên emperyalîzma cîhanî ya li Tirkiyeyê, hemû tevgerên rizgarîxwaz ên Kurd têk çûn.
Ji ber ku dewleta Tirk nahêle parêzer, xizm û malbat bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, zêdetirî 25 sal in ku rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan di bin tecrîda keyfî de ye. Tê zanîn ku ev rewş di van sê salên dawî de hê zêdetir bûye. Ocalan, bi komploya navneteweyî ya hêzên emperyalîst û kapîtalîst Amerîka, Îngilîstan bi rêya Tirkiye, Îsraîl û rejîma Sûriyeyê hatin revandin.
Em di wê baweriyê de ne ku ev tecrîd ji ber sedemên tenê siyasî ye û li derveyî mirovahiyê, bêexlaqî û derqanûnî ye.Em diyar dikin ku em vê tecrîdê bi temamî red dikin û li gorî erka xwe ya mirovî û exlaqî ya parastina mafê her kesê ji bo azadî û demokrasiyê emê tebikoşin.
Rêber Ocalan îro nûnertiya bi mîlyonan mirovên ku hesreta azadiyê yeû xwedî felsefeya çareseriya aloziya Rojhilata Navîn e û em piştgiriyê didin vê felsefeyê.Her wiha em bang dikin ku di zûtirîn dem de azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan bê dayîn da ku bi gelê xwe re azad bijî û mafê xwe yê jiyanê ji nû ve bi dest bixe.
Li ser vê bingehê em radigihînin ku em tevlî kampanya navneteweyî ya ku li gelek deverên cîhanê bi şîara “Ji Ocalan re azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re çareserî” hatiye destpêkirin, dibin.“Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn”
09.06.2024