BEYRÛT- Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de gelek li ser gelek mijaran niqaş hatin pêşxistin. Perestiyên ku li ser gel û taybet jin û ciwanên rojhilata navin bandor dike yek ji wan mijarên giring bû.
Nîqaşên ku pêşketin de Endamê Komiteya Amadekar Nasir Nasro, rêvebertî kir. Nasir di derbarê mijara ku wek komekî ciwanên rojhilata navîn li ser sekinin û xwestine alternatîfan ava bikin, ji ajansa me re nirxandin kir.
Nirxandina Nasir wiha ye:
“Navê min Nasir e. Ez endamê komîteya amadekar ya Însiyatîfa Ciwanan ya Rojhilata Navîn im. Em niha di roja duyemîn ya konferansa çaremîn ya Însiyatîfa Ciwanan a Rojhilata Navîn de ne. Me çar komxebat li darxist, ez bi xwe di yek ji wan de hazir bûm. Komxebat li ser ciwan û perestiyan bi awayekî giştî bû. Nîqaş di navbera bi dehan ciwanan; li ser netewperestî, zayendperestî, olperestî û zanistperestî hat meşandin. Bi giştî perestî û di çarçoveya sedemên wê û zirardayîna wê li ser ciwanan hat nîqaşkirin. Nêrînên cur be cur ji ciwanên ji welatên cûda pêşketin. Bi giştî li ser neyîniyên heyî û tezên çareseriyê nirxandin hat kirin. Giringiya belavkirina çanda hev û fêmkirina çanda hev hat nîqaşkirin. Ji ber ku ciwan hêza pêşeng a guhartina civakê û guhartina neyîniyanin.
Zanista pozitivist zanistê bi şêwazên neyînî bi kartîne û ev şêwaz dûrî cewhera zanistê ne. Yê ku em niha zelal mînakên wan dibînin pêşketina sîlehan û çêkirina wane. Encamê hişmendiya netewperestî ku dibêje yek al, yek reng û yek ziman; civakê ji hev qut qutî dike û civakan tine dike. Di eynî demê de li ser hişmendiya zayendperestî ji nîqaş hat kirin; ew jî ferq û cudahî xistina navbera zayendan e. Zihniyeta zilamsalarî di civakên me yên Rojhilata navîn de heye û bi awayekî giştî di hemû cîhanê de jî ev li pêş e. Pir nîqaş pêşketin û ev niqaş wê bibin tezên çareserî ji pirsgirêkan re. Her wiha em di komxebatên dîtir de jî hazirbûn û me li ser alternatîfan nîqaş kir. Di dawiya konferansa me ya îro de encamên girîng derkevin.”