NAVENDA NÛÇEYAN- Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê îro bi encamnameyekî bidawî bû. Endamê Komîteya amadekar ya konferansê Nadîa Yusuf di derbarê konferansê de Ajansa me Nûçe Ciwan re axivî. Nadîa di nirxandina xwe de armanca Konferansê û encama wê anî ziman
Nirxandina Nadîa bi vî rengî ye:
“Îro roja dawî ya Konferansa Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîka de panela dawî ya binavê ‘Asoyên Çareseriyê’ de li ser qrîzên ku li Rojhilata Navîn heta roja me ya îro tên jiyîn hate sekinandin. Wekî ciwanên Rojhilata Navîn di beşa Asoyên Çareseriyê de nîqaşên pir berfireh, kûr û dîrokî hatine kirin. Ji bo em dawî li sîstema heyî ya Rojhilata Navîn bînin û alternatîfekî demokratîk ava bikin li ser rêyên çareseriya hate nîqaşkirin. Projeya xelasiya gelên bindest a netewa demokratîk jî wekî mijarekî esasî hate dîtin. Ji ber ku ev proje ji bo xelasiya Rojhilata Navîn jî hêvîyeke.
Ji bo ku em wekî gel û ciwanên Rojhilata Navîn xwe ji vê sîstema heyî û desthiladarîya heyî xelas bikin divê em projeya netewa demokratîk di hemû welatên Rojhilata Navîn de pêkbînin. Di roja dawî û panela dawî ya Konferansê de me li ser van mijaran hat nîqaş kirin. Wekî ciwan biryardariya dawî anîna desthilatdarî, baviksalarî û sîstema ku me ji cewherê me dûrdixe hate ziman. Soza tekoşîna bêhempa û avakirina rêxistinekî hevpar a di asta Rojhilata Navîn de hate dayîn.”