TEBQA- Bertekên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Şêniyên kantona Tebqayê gotin ew van êrişan red û şermezar dikin.
Şêniyê bi navê Mihemed El Mûselî got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze timayên xwe li Sûriyeyê bi dest bixe. Ji bo wê, aloziyên li Sûriyeyê bi kar tîne. Lê belê projeya neteweya demokratîk a ku sepandina biratiya gelan, jiyana hevbeş û ewlehiyê bingeha wê ye, jê re bû mertal.”
El Mûselî wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin, bi balafiran êriş sivîlan û qûta wan dike. Bi awayekî sîstematîk zeviyan dişewitîne û binesaziya herêmê, navendên sotemeniyê û xizmetguzariyê dike hedef. Ew ji van êrişan armanc dike, şêniyan koçber bike, projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û wisa xuya bike ku nikare pêdiviyên şêniyan peyda bike. Lê belê bi saya xwedîderketina şêniyan li rêveberiyê û projeya wê, ev armancên dewleta Tirk bi bin ketin.”
El Mûselî di dawiyê de got: “Em ê li hember hêzên tarî û terorê bisekinin. Li ser bingeha mafê parastina rewa em ê xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin. Teqez serkeftin para me ye.”
Şêniyê bi navê Ebdurehman El Îsa jî got: “Ruxmî êriş û zehmetiyan, lê belê em amade ne bersiva êrişan bidin û xwedî li hêzên xwe yên leşkerî derkevin û biratiya gelan bi misoger bikin.”
El Îsa di dawiyê de got: “Hêzên me yên leşkerî dê li hember êrişan li ber xwe bidin. Em jî gelê herêmê divê piştgiriya wan bikin û xweparastinê ji berê bêtir, praktîk bikin.”