BEHDÎNAN- Gerîla TV dîmenê xistina balafira bêmirov a bombebarkirî ya bi tîpa ANKA weşand, ku 6’ê Hezîranê li Asosê hate xistin.
Di daxuyaniya HPG’ê de hatibû gotin, “6’ê Hezîrana 2024’an saet di 23:00 de li ezmanê Asosê balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk ji aliyê hêzên me yên gerîla yên li Qendîlê ve hat xistin. SÎHA ya bi tîpa ANKA li nêzî bajarê Dûkanê yê li rojavayê Asosê hate xistin.”