NAVENDA NÛÇEYAN- Çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO, rakirina tecrîda girankirî û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin didomin. Xizmên girtiyan îro li gelek bajaran li pêşiya girtîgehan çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin.
ÊLIH
Gelek xizmên girtiyan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Êlihê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Polîsan bi hinceta biryara “qedexeya çalakiyan” a Walîtiya Êlihê xwestin çalakiyê asteng bikin. Lê girseyê guh neda astengiya polîsan û li pêşiya girtîgehê daxuyanî da.
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Oduncu di çalakiyê de wiha got: “Tifaqa AKP-MHP’ê tecrîdê didomîne. Li welatekî edalet lê heye emniyet bi tirs û xofê li pêşberî gel nasekine. Tecrîdê rakin. Tu sûda şer ji bo kesekî nîne.”
Girseyê piştre çalakiya rûniştinê li dar xist. Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.
ÎZMÎR
Xizmên girtiyan û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) jî di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li pêşiya Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê daxuyanî da. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Qeyûm ji Colemêrgê bicehime” berz kir.
Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kurşun di çalakiyê de got ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber APO çalakiyê li dar dixin û ev tişt anî ziman: “Em ji bo cîbicîkirina aştiyê û pergaleke demokratîk li vir in. Ji bo pirsgirêkên vî welatî bi rêya guftûgoyê bên çareserkirin, divê Rêber APO bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Tecrîd, rêbazekî êşkenceyê ye û nayê qebûlkirin.”
Kuruş, bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê û wiha bi dawî kir: “Mudaxilekirina mafê bijartin û hilbijartinê êdî veguherandine rêbazekê. Em tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê bi tundî şermezar dikin.”
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi tililiyan bi dawî bû.