TEBQA – Yekîtiya Jinên Ciwan di bin dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî, emê Rêber Apo fîzîkî azad bikin” de li gundê Mensûra ya Tebqayê kampa Şerê Gelê Şoreşgerî vekirin. Ev kamp bi beşdariya 15 jinên ciwan wê 7 rojan berdewam bike.
Di vê kampê de wê dersên bîrdozî li ser rola jin di nav civakê de û girîngiya wê, şerê gelê şoreşgerî, girîngiya perwerde û armanca belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo werin dayîn.