BEYRÛT- Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a 2 rojan ku li paytexta Lubnanê Beyrûta bi şîara “Avakirina ciwan û pêşerojeke azad” bi tevlêbûna 95 delegeyên ji 15 welatan û 24 rêxistinên ciwanan ku 2 rojan dom kir, gavekî dîrokî bû.
Du rojan krîz û kaosa li Rojhilata Navîn û sedemên wê hatin nîqaşkirin û çareserî û alternatîf hatin pêşandan. Di encama nîqaşên berfireh ên ciwanan de, encamnameya dawî ya ku dê di pêşerojê de pêşveçûna xebatê diyar bike, hate weşandin.
Di encamnameya dawî ya hat weşandin de ciwanan diyar kirin ku wan konferans diyarî Rêber APO kirine û diyar kirin ku ew beşdarî pêngava azadiyê ya ji bo Rêber APO hatiye destpêkirin bûne.
Piştî daxuyaniya encamname, jinên ciwan ên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi fermî ji raya giştî re parve kirin ku beşdarî pêngavê bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komplo di şexsê Rêber APO de li ser gel û bi taybetî jî li ser jinan hatiye kirin û hat gotin, “Heya em bigihijin azadiya Rêber Abdulah Ocelan, Emê tekoşîna xwe berdewam bikin.”
Daxuyaniya jinên ciwan wiha ye:
Ji bo reya giştî!
Komploya navnetewî di şexsê Filezof Abdulah Ocelan de hertim îradeya gelan dike hedef û bi taybet îradeya jin.
Ji ber vê em weke jinên ciwanên Rojhilata navîn û Bakurê Efrîqa,komplo şermezar dikin û tecrîda li ser filezof Abdulah Ocelan ya ku ji bêhtirî sê salan hatiye ferzkirin qebûl nakin.
Heya em bigihijin azadiya Rêbertî, emê bi hemû hêza xwe li dijî modernîteya kapîtalîst û bi taybet dagirkeriya Tirk ku Rêbertî li îmralî dixe tecrîdê tekoşîn bikin.
Ji ber em di azadiya filezof Abdulah Ocelan azadiya xwe dibînin.
Gotina ku Rêber Apo ji bo jinê gotiye:”Jin Jiyan Azadî” bû li ser hemû zimanê jinên cîhanê.
Weke jinên ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa em fikir û felsefeya filezof Abdulah Ocelan qebûl dikin û em tevlî hemleya cîhanî ya “Ji Rêber Apo re Azadî û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bi silogana “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” dibin.Heya em bigihijin azadiya Rêber Abdulah Ocelan, Emê tekoşîna xwe berdewam bikin.
Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî.
Jinên Ciwan ên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka