WAN-YCWK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de, yekîneyên WAN’ê li taxên Yalımerez û Kurdoğlu êvara 11ê Hezîranê heta derengiya şevê bi artêşa Tirk a dagirker û faşîst re şer kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku weke ciwanên Kurdistanê li hemberî van êrîşên li ser gelê Kurd em ê li her derê her tim çalakiyan lidar bixin.
Daxuyanî wiha ye:
“Çalakiya yekîneyên me yên YCWK Wan!
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, bi Rêber APO re azad bibin” hêzên me êvara 11’ê Hezîranê heta derengiya şevê li taxên Yalımerez û Kurdoglû yên Wanê bi artêşa Tirk a faşîst a dagirker re şer kirin. Weke ciwanên Kurdistanê li dijî van êrîşên li ser gelê Kurd em ê li her derê, her dem bikevin nava liv û tevgerê.
Bijî Şerê Gel ê Şoreşger”