MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) salonek ya werzişê ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) ve hat vekirin.
Beriya ku axaftin were kirin ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgitinê jina ciwan a bi navê Eylem Deniz axivî.
Eylem Deniz diyar kir ku ev demek dirêje ew amadekariyên vekirina vê salona werzişê dikin û wiha got; “Wek jin û jinên ciwan werziş pêwistiyeke ji bo me. Em di wê hêviyê de ne ku ev spor ji bo me bibe encamek baş. Ji ber ku werziş parçeyek yê jiyana me ye.”
Her wiha piştî axaftinê qurdele hat birîn û xelk ketin nava salona werzişê û bi amûrên werzişê yên ku têde bûn werziş kirin.