KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan li gundê Elîşar ê navçeya Şêran a Kobanê, dest bi perwerdeyekî xwe parastinê kirin, di çarçoveyê stratejiya şerê gelê şoreşgerî de. Ev perwerde, bi amadebûna 12 jin û jinên ciwan ên gund wê hefteyekî bidome. Her roj semînerekî 2 saet tê dayîn û nîqaş tê kirin.