GEVER- Ciwanên Kurd li dijî desteserkirina îradeya gel ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve, li her derê berxwedanê dimeşînin. Ciwan ji bo tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemergê şermezar bikin her şev dadikevin qadan. Ciwanên Kurd ên ku her êvar bi çalakiyên xwe nîşan dan ku ew ê bi ti awayî rê nedin darbeya siyasî, vê êvarê jî li qadan bûn.
Ciwanên Geverê bi meşekê li taxan bertekên xwe yên li hemberî darbeya siyasî nîşan dan. Ciwanan bi sloganên “Bijî Serok APO” “Bi can bi xwin em bi te re ne ey Serok” demek dirêj meşiyan .