NAVENDA NÛÇEYAN- Rêberê Gelê Kurd Rêber APO zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye û 39 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) saziyên pêwendîdar têkildarî mijarê xwe kerr kirine.
Li aliyê din di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Rêber APO re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ku 10’ê Cotmeha 2023’an destpê kir, çalakî her roj zêde dibin û li nava gelên cîhanê belav dibin.
LI ZÊDEYÎ 50 BAJARAN ÇALAKÎ
Di çarçoveya pêngava azadiyê de wê di navbera 15-22’ê Hezîranê de bi navê ‘Rojên Diyalogê yên bi Rêber APO re’ li Fînlandiya, Swêd, Fransa, Elmanya, Katalonya, Yewnanistan, Îtalya, Swîsre, Kolombiya, Qibris, Belçîka, Îngilistan, Polonya, Slovenya, Kenya û gelek welatan rêze çalakî bêne lidarxistin.
Çalakî wê li ser mijarên bêhiqûqiya li Îmraliyê bêne lidarxistin, di heman demê de wê girîngî û wateya paradîgmaya Rêber APO a ji bo gelan bê nirxandin. Li zêdeyî 50 bajarên 15 welatên cuda wê pirtûkênRêber APO bêne nasandin, nivîsên wî yên li girtîgehê bêne xwendin, têkildarî tecrîda li Îmraliyê standên agahdarkirinê bêne danîn, konferans, panel, şano, çalakiyên hunerî, mîtîng, weşanên radyoyê û gelek çalakiyên cuda bêne lidarxistin.
‘EM BI ABDULLAH OCALAN RE DIYALOGÊ DATÎNIN’
Endamên înîsiyatîfa kampanya ‘Azadî ji Rêber APO re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiyên ‘Rojên Diyalogê yên bi Rêber APO re’ bibin û fikrên Rêber APO belav bikin.
Endamên înîsiyatîfê diyar kirin ku çalakî wê di çarçoveya diyaloga bi fikrên Rêber APO re pêk werin û bal kişandin ser asta tecrîd û êşkenceya giran a li Îmraliyê. Her wiha bi bîr xist ku CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê erk û wezîfeyên xwe bi cih nînin û destnîşan kirin ku berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê ne tenê dewleta Tirk e, di heman demê de ew saziyên pêwendîdar in ku li pêşberî tecrîd xwe bêdeng dikin.
‘FIKRÊN WÎ JI BO ME PÛSÛLA YE’
Endamên înîsiyatîfê işaret bi girîngiya fikrên Rêber APO kirin û gotin, “Nivîsên Rêber APO ji entelektuelan, ramangerên azad, zanyaran, karkeran, aktîvîstan, hunermendan, sendîkavanan, tevgerên civakî, siyasetmedar û civakan re dibe çavkaniya sûdwergirtinê.Rêber APO beriya 25 salan piştî komployeke navneteweyî weke lîderekî Kurd ji Sûriyeyê çû û piştî bi salan weke pêşengekî civakê yê demokratîk û bi bandor vegeriya. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha fikrên demokrasiya radîkal, ekolojî û azadîparêziya jinê yê Rêber APO sîstemeke xweser, civakî ya ku xwe bi xwe bi rê ve dibe ava bû. Felsefeya Rêber APO ji aliyê pêkhatina sîstemeke civakî ya demokratîk ve jinûve hêviyê dide me. Li hucreya girtîgehê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ formule kir; di sedsala 21’ê de dirûşma têkoşîna azadiya jinê ji bo hemû jinên têkoşer û berxwedêr bû pûsûla.”
Endamên înîsiyatîfê destnîşan kirin ku Rêber APO ji bo paşerojê rê nîşan dide.