NAVENDA NÛÇEYAN- HBDH daxuyaniyekî nivîskî parvekir û diyar ku li Mugla’yê yatekî turizmê bi teknîkekî taybet dane ber agır û nêzî 10 milyo zerar dane.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“8ê Hezîranê saet 05.00ê serê sibê li navçeya Datça ya Muglayê keştiya tûrîzmê bi teknîkeke taybet hat şewitandin. Ji bo yatêya tûrîzma motorê ya ku bi rêbaza sabotajê ya taybet hat şewitandin, 10 milyon zirar hat tespîtkirin.
Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo fînansekirina şerê xwe yê qirêj gelê me yê kedkar îstîsmar dike û xwêdana wan dizîne. Îradeya gelê me tine hesibandiye û hewl dide hêzên şoreşger, demokratîk bi dagirkeriya qeyumê bitepisîne.
Yekane şertê paşketina faşîzmê, derketina kolanan û hesabpirsîna faşîzmê ye. Berxwedana Wanê mînaka vê ye. Rejîma mêtinger a ku ji aliyê faşîzmê ve hatiye afirandin, li hemberî kiryarên gel û bindestan gelek caran bêçare maye û têk çûye. Desteserkirina qeyûman a li Colemêrgê jî wê bi vê rêbazê têk biçe.
Serhildan û berxwedana domdar weke pratîkeke berhemdar a li dijî faşîzmê rê dide me.
Weke leşkerên Şoreşa Yekbûyî em li kêleka gelê xwe yê kedkar ên ji bo azadiyê têdikoşin, li dijî polîtîkayên şerê qirêj ên faşîzmê û patronên ku wan fînanse dikin, disekinin.
Her sazî û kesê ku faşîzma AKP-MHP’ê fînanse dike hedefa mîlîsên HBDH’ê ye. Hûn ê nikaribin ji edaleta gel birevin!
Bijî HBDH!
Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin!
Milîsên HBDH Sînan Dêrsim
HBDH”