NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamê asayîşê yê ku xwestiye şerê li Qamişloyê yê di navbera du malbatan de bi dawî bike, şehîd bûye, aşkera kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatine parvekirin: “Endamê me Silêman Yusif El Ebdullah dema hewl dida şerê çekdarî yê di navbera du malbatan de li Qamişloyê bi dawî bike, birîndar bûbû û tevî destwerdana bijîşkan lê şehîd bû.
Silêman ev çend sal e di nava hêzên me de tê dikoşe û bi lehengî şer dike. Jiyana xwe kir oxira welat û gelê xwe. Bi rihekî berpirsyarî û hevaltî yê bilind kar dikin. Li ser vê rêyê bû heta ku şehîd bû.
Em sersaxî ji xwe û ji malbata şehîd Silêman dixwazin û bejna xwe li hember fedakariyên şehîdan ditewînin. Em soz didin ku şopdarên şehîdan bin ta ku aştî û aramî li herêmên me tev da serwer be.”
Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:
Nav û paşnav: Silêman El Ebdullah
Navê bav: Yusif
Navê dayîkê: Kewser
Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo 21-5-2020
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo 13-6-2024