MELÛN – Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li stasyona trenê ya navendî ya li banliyoya Melûn a Parîsê hatin cem hev û 4 salan ji Rêber APO agahî negirtin şermezar kirin.
Ciwanan bi pankarta “Em ê bi ruhê ciwanan Sûrên Îmraliyê hilweşînin” di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareserî” meşiyan; Da zanîn ku ew tu carî jiyanek bê Rêbertî qebûl nakin û heta ku ji Rêber APO nebihîzin dê li kolanan bin.
Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, Bijî Berxwedana Zindana” û Fransî hatin qîrîn.
Ciwanan piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê dan.
Li ser navê TCŞ’ê Şervan Wan jî axivî û got, “Em diyar dikin ku em ê têkoşîna mîmarê jiyana nû ya alternatîf Rêber APO bi fikir û paradîgmaya xwe heta dawiyê hembêz bikin û em soz didin ku weke ciwan di afirandina civakeke exlaqî-polîtîk de em ê rola xwe ya pêşeng pêk bînin.”
Jiyana me li ser jiyana Rêber APO ye
Şervan Wan: “Rêber APO 25 sal in di Sîstema Îşkenceya Îmraliyê de dîl tê girtin. Zêdeyî 3 sal in li ser Rêber APO tecrîdek giran tê meşandin. Şervan Wan got, “Ji bo dirêjkirina vê tecrîdê ne tenê Tirkiyeya faşîst, dewletên Ewropayê jî di nava vê lîstika qirêj de cih digirin.”
Şervan Wan destnîşan kir ku divê hemû gelê Kurd di serî de ciwan xwedî li Rêber APO derkevin û diyar kir ku divê ciwan xwe bi rêxistin bikin û ji bo Rêber APO li qadan têbikoşin.
Ciwanan piştî daxuyaniyê çalakiya xwe bi dirûşmeyan bi dawî kirin.