NAVENDA NÛÇEYAN – YPS-YPS JIN bang li ciwanên Colemêrgê kir ku li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê li ber xwe bidin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Weke gel me nehişt ku rejîma Erdogan li Colemêrgê dengan bi dest bixe û di hilbijartinê de bi ser bikeve. Gelê me her tim bi ser ket û gelê me vîna xwe nîşan da. Hikûmeta AKP’ê hemû polîsên xwe anîn Colemêrgê. Hemû leşker û çawîşên xwe yên pispor anîne hilbijartinê. Di hilbijartinan de hemû hîleyên xwe nîşan da. Li gel vê jî gelê me di hilbijartinan de bi ferqeke mezin bi ser ket.”
Di daxuyaniyê de ev peyam jî hatin dayîn: “Ne dema bêdengiyê ye. Em ciwan dê kengê rûmeta xwe biparêzin? Destên ku digihêjin şaredariyan, digihêjin rûmeta me. Ev destdirêjiya li ser vîna me ye. Îro êrîşî şaredariyên me dikin, sibê êrîşî malbatên me dikin. Êrîşî dayik û zarokên me dike. Dibêje, ‘Hûn kole ne, hûn ê weke ku ez bixwazim bijîn.’ Me weke gel her tim ruhê berxwedanê nîşan daye. Ya ku em ê ji niha û pê ve bikin berxwedan e. Ger em Kurdistanek azad dixwazin weke ciwanên Colemêrgê divê em hemû rabin ser piyan, li ber xwe bidin û heta ku şaredariya xwe ji destê zalim xwînmij Erdogan negirin, xew nekin. Loma em dibêjin îro roja namûsê ye, roja şerefê ye. Werin em weke ciwanên Colemêrgê şaredariya xwe ji destê dijmin derxin û bi serê xwe bijîn.
Divê em weke ciwanên Kurd bi berxwedanê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Divê em bi pratîka xwe nîşan bidin ku em dewletê qebûl nakin. Ev der Kurdistan e, ev der cihê gelê Kurd e.
Erdogan, metînger tu yî, şerxwaz tu yî! Werin em li hemberî dijmin li ber xwe bidin û parastina xwe pêş bixin. Em nebêjin teknîka wan a leşkerî bilindtir e. Çiyayên me hene, kevirên me hene, gelek malzemeyên me hene ku em li hember top û tivingên wan şer bikin û em dikarin wan şer bikin.”