NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, werin em têbikoşin” êvara 14’ê Hezîranê li Colemêrgê li dijî dagirkeriya îradeyê çalakiyek li dar xistin. Bi Rêber APO re azad bibe.”
Daxuyanî wiha ye:
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” hêzên me êvara 14’ê Hezîranê li Colemêrgê li dijî dagirkeriya îradeyê çalakiyek li dar xistin. Çalakî tevahiya şevê berdewam kir. Divê her kes bizane ku weke ciwanên Kurdistanê em ê bersivê bidin êrîşên li dijî vîna gelê me yê li dijî zîhniyeta emniyetê li ber xwe dide.
Bijî Şerê Gel ê Şoreşger
Werin em bişopînin, parve bikin, em bi rêxistin bimînin