LOZAN- Li bajarê Lozan ê Swîsreyê di çarçoveya “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” stand hat vekirin.
Di çalakiya standê ku ji aliyê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ve li qada St. Laurent hat lidarxistin, di çarçoveya pêngavê de danezanên bi Fransî hatin belavkirin.
Di çalakiyê de tecrîda mutleq a li ser Rêber APO û modela jiyana azad a Rêber APO hate vegotin. Çalakî heta saet 17:00’an berdewam kir.