MEXMÛR- Perwerdeya Ragihandina Ciwanên Mexmûrê bi dawî bû. Di serî de Şehîd Rênas Avesta, Şehîd Seyîd Evren û tevahî şehîdên Ragihandina Azad hatin bibîranin û soza berdewamiya rêya van hevalan bi jiyanek exlaqî û politîk hate dayin.
Ciwanan encama perwerdê wuha ragihandin:
“Atolyeya ragihandina ciwanan li Wargeha Mexmûrê de, di dîroka 3’ê Heziranê de bi perwerdeya ragihandinê ya Akdemiya Şehîd Rênas Avesta, Dewreya Şehîd Seyîd Evren destpê kir. Bi giştî 8 ciwan û jinên ciwan beşdarî perwerde bûn. Piştî 12 rojan bi coş, moralekî mezin û biryardariyek mezin bi dawî bû.
Ev perwerdeya ragihandinê li ser esasê danasîna wate û girîngiya Ragihandina Azad û rola pêşengtiya ciwanan, propaganda, ajîtasyon û politîkaya weşana ya xebatê ragihandina ciwanan bi rêveçû. Ciwan û jinên ciwan ku beşdarî perwedeyê bûn diyar kirin ku ji bo pêşxistin û parastina destkeftiyên civaka xwe divê hîm herî bingehin û armanca sereke ya ciwanan xwe perwerde kirin be. Perwerdeya Ragihandin jî wekê parçeyeke ji xebatê zanakirin û pewerdekirina civakê ye, taybet ji bo bidestxistina jiyanek azad xwedî rolek girînge. Ciwan parçeyê herî stratejîk a civakê ne. Her wiha carekî dîn em dikarin bêjin ku navenda xebatê propaganda û ajîtasyona ragihandina Azad ya ciwanan, Rêber APO ye.
Yek ji xalên girîng ku di perwerdeya ragihandinê de hat destgirtin mijara dijîtal medya ye. Destnîşankirina rojeva rast û bi zanabûn fêrbûyina lêgerîna li ser rûpêlên dîjital medya ye. Taybet di rojê me ya îrô de dijmin li ser înternet de polîtîkayên qirêj dimeşîne. Rojevên derew, şaş û ne rast di nav civakê de belav dike. Li ser vê esasî pêwîste em jî rojeva rast diyar bikin. Ya yekem têkoşîna li dijî tecrîda li Imraliyê ya qirkirinê ye. Ya duyem jî nêzîkatiya şerxwaz a dewletên hegemon ku li hemberî çareserkirina pirsgirêka Kurd disekîne. Li ser ve esasî mirov dikare li dijî zihniyet û siyaseta serdest a mêr, ango destdirêjî û qetliyamên li ser jinan, qetlîamen xwezayî, li dijî zext û êşkenceyên hovanê derbikeve. Ger ev yek bê kirin helbet wê rojev rast were avakirin. Em ji bîr nekin Rêber APO got “Zimanê Demokrasî, çalakî ye”.
Dawî de em dikarin bêjin ku di pêvajoyekê ku dijmin ewqas şerê taybet li ser ciwanên welatparêz dimeşîne û dixwazê wan di her aliyê de ji welatê xwe, exlaq û çanda civakê xwe dûr bixe, pêwîste her ciwanekê û jinekê ciwan beramberî van polîtîkayan xwedî helwest be. Taybet ragihandin ango xebatê propaganda roleke serekê di vê mijarê de dilêyze. Perwedeya ragihandinê jî li ser vê esasî bi encamekî xurt bi dawî bû.”