NAVENDA NÛÇEYAN– HBDH bi daxuyanîyekî nivîskî ragihand ku Mîlîsên wan ên Denîz Poyraz li Kocaelîyê febrîqayekî çermê dane ber agir.
Daxuyanî wuha ye:
“HBDH Mîlîsên Denîz Poyraz; “Me li Kocaelî/Çayirovayê Febrîqeya Çermê ya Cevahîr şewitand!”
Çalakiya Milîsên HBDH’ê yên li Çayirovayê li dijî darbeya qeyûman e.
18’ê Hezîranê di saetên sibehê de Kargeha Çerm a Cevahîr a li Kocaelî-Çayîrovayê ji aliyê mîlîsên HBDH’ê Denîz Poyraz ve hate şewitandin. Di kargehê de dema ku madeyên xam ên çerm ên ji bo hilberînê hatin şewitandin.
Bi hêza ku em ji têkoşîna yekbûyî ya gelan a li dijî faşîzma ku li Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj mezin dibe, distînin, li her cihê ku em lê dibe bila bibe, em bi çalakiyên xwe derbeyên li dijî rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst-îşkencekar û derbên xwe didomînin.
Darbeya qeyuman ya ku li Bakurê Kurdistanê berdewam dike, xala ku faşîzm gihaştiye bi awayekî zelal radixe ber çavan. Divê her kes bizane ku dijmin ne ji ber xurtbûna xwe, ji bo binketina xwe veşêre û temenê desthilatdariya faşîst dirêj bike vê dike. Dîsa polîtîkaya îmha û înkarê ya dewleta Tirk a kolonyalîst xwedî para mezin e. Li hemberî van hemûyan gelê Kurd û dostên wan ên ku ji roja ewil a qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin ve, li hemberî êrîşên ku zêde dibin bê ku serê xwe natewînin berxwedana xwe didomînin.
Weke Milîsên HBDH’ê heta ku êrîşên li dijî gelê Kurd û destkeftiyên têkoşîna demokratîk bi dawî bibin em ê li her cihê ku lê bin jî li kêleka gel bisekinin û bi çalakiyên ji nişka ve bersivê bidin.
Ji bo çalakiyên li dijî dagirkerî, mêtingerî û desthilatdariyê banga me ji hemû ciwan û gelê me re ev e: “Roj roja daketina kolanan û hesabpirsîna ji faşîzmê ye.”
Bijî HBDH!
Bijî Şoreşa me ya Yekgirtî!
Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin!
HBDH Milîsên Denîz Poyraz
HBDH”