NAVENDA NÛÇEYAN – Îro komekî 20 xort û jinên ciwan bi daxuyaniyekî tevlîbûna xwe di nava refên tevgera azadiyê de ragihand. Ciwanan derbarê sedemên tevlîbûna xwe bi Ajansa Nûçe Ciwan axivîn û banga xwe ji bo tevahî ciwanan diyar kirin.
BIŞENG EFRÎN
“Navê min Bişeng Efrîn e. Ez ji bajarê Efrînê me. Wek jinek di nav civakê de min ev erk di xwe de dît ku ez tevlî bibim. Sedema tevlîbûna min, yek şehadeta şehîd Bişeng bû. Ez gelek pê bandor bûm. Ji bilî wê jî dîmenên şehîd Şervan Varto dema rêxistin belav kir, mirov gelek pê bandor dibe.”
GEREK HER CIWAN BER XWE BIDE VÊ DOZÊ
“Her jinekî ciwan, her ciwan, gerek em ber xwe bidin vê dozê. Ji ber Rêbertî 26 sal di zindanê de ye. Ewqas zilm, ewqas êşkence li ser Rêbertî, li ser gelê me. Partî ewqas sal şer dike ji bo vê dozê. Kurdistan bû 4 parçe. Lazim e em vî tiştî baş bifikirin û derbasî nava refên gerîla bibin ji ber ev heqîqeta me ye, rastî li vê derê de ye. Mirov ku dixwaze azad bibe, mirov ku dixwaze bi rûmet jiyan bike lazim e ber xwe bide partî, ber xwe bide nava gerîla, ber xwe bide çiya, ji ber heqîqet li vir e.”
DIVÊ HER JINEK XWEDÎ LI XWE DERKEVE
“Mesele, Rêbertî hemû tişt kir ji bo jinê. Şoreşa Rojava, damezrandina partî, li ser esasê ku mafê jinê bibe bingeh. Şoreşa me şoreşa jinê ye. Ji ber vê yekê ez dixwazim bêjim: divê her jinek derbasî nava refên gerîla bibe, her jinek xwedî li xwe derkeve, li hebûna xwe xwedî derkeve. Jin di nav civakê de ewqas ji xweseriya xwe hat dûrxistin. Ji ber vê nêzîkbûna partî, kesayeta mirov ji mirov re ye.”
EZÊ NAVÊN FERMANDARA XWE RAKIM
“Sedemê esasî ji bo tevlîbûn, yek ji bo Serokatî, didu ji bo xwîna şehîdan, ji bo tola şehîdên xwe rakin. Yek ji wan jî fermandar şehîd Bişeng. Dema şehadeta şehîd Bişeng Brûsk fikirê min ji bo tevlîbûn dest pê kir. Êdî bes e, lazim e, ez navê serfermandarê xwe rakim. Ji ber vê ez bi navê şehîd Bişeng tevlî nava refên gerîla bûm. Şehîd Bişeng fermandarekî me bû. Jiyana xwe hemû bi tekoşînê derbas kiriye, tekoşerek bû.”
MIROV KU JI HEQÎQETA XWE DÛR BIKEVE TU CARÎ TEVLÎ NABE
“Di dawiyê de banga min ji bo hemû jinên ciwan û ciwanên me heye. Her kes ber xwe bide refên gerîla, her kes tevlî bibe. Ji ber tevlîbûyîn bi rastî heqîqet e, nasbûn e. Mirov xwe nas dike, bi hêz dibe. Mirov di asta zanêbûnê herî jor de tevlî bibe. Mirov ku xwe nas neke, ku ji heqîqeta xwe dûr dikeve, ku ketiye bin bandora dewletê, ev mirov tu car tevlî nabe. Ber xwe bidin rêya azadiyê, bibin şopdarên şehîdên xwe, bibin şopdarên vê xetê. Ji ber Kurdistan îro bindest e.”
EGER EM RIZGAR NEKIN, JI BILÎ ME KES NÎNE WERE KURDISTAN JI ME RE RIZGAR BIKE
“Pêwîstiya Kurdistan bi me heye, lazim e em rizgar bikin. Em Kurdsitanê rizgar nekin, kes ji bilî me nîne were xaka Kurdistanê ji me re rizgar bike. Em Serokatî rizgar nekin, kesekî nîne, yan tu dewletekî ji derve, Serokatî fîzîkî rizgar neke. Barê ser milê me ye ku em Serokatî fîzîkî azad bikin û yê din jî em tola şehîdên xwe rakin û em welatê xwe bikin yek.”
BIBE JINEKÎ TEKOŞER, JI BO WELATÊ XWE ŞER BIKE
“Welatê me her ku diçe parçe dibe. Dijmin dixwaze parçebûnekî ewqas mezin di me de bide jiyan kirin. Li hemberî wê ewqas tevlîbûn çêdibe, ewqas xwe nasbûn, zanebûn çêdibe. Ciwanên me, jinên ciwan bi taybet hemû ber xwe bidin refên gerîla, hemû tevlî bibin, ji ber ev ji bo we ye. Dest pê kê ji bo tu wek jin xwe bide nasîn û bide fêm kirin, pêwîst e Serokatî nas bike, Kurdistan nas bike, welatê xwe nas bike. Bibe jinekî tekoşer, ji bo welatê xwe şer bike.”
EVRÎN XEMGÎN
“Navê min Evrîn Xemgîn e, ez ji bajarê Kobanê me. Ez pir bandor bûm ji xwîna şehîdan, ji Rêber Apo, ji jinên ku zilm dibînin di nav civakê de. Jin pir zilmê dibînin, heyatê xwe nabînin. Lê di nav partî de tiştekî cuda ye. Huriyet heye, heyat xweş e vê derê. Ez ji bo bajarê xwe hatim, ji bo Kurdistanê ava bikin, ji bo Serok Apo. Serok Apo bû 26 sal di zindana de ye. Em ji bo serokê xwe hatin, ji bo xwîna şehîdan. Ez jî hatim sîlehê apê xwe yê şehîd rakim, şehîd Xemgîn Kobanê.”