VALENCIA- SEPC (Yekîtiya Xwendekarên Katalanê) li Zanîngeha Valenciayê bi sernavê “Rojên Diyalogê bi Rêber APO re” platforma nîqaşan li dar xist. 20 kesên ku piraniya wan xwendekar bûn beşdarî platforma nîqaşê bûn.
Di platformê de bal kişandin ser girîngiya pergala tecrîdê û azadiya Rêber APO û her wiha li ser dîrok, erdnîgariya Kurdistanê, têkoşîna gel a ji bo azadiya Kurdistanê, dîroka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ku li ser fikr, pratîk û modela Rêber APO bi rêxistin bûye axivîn.
Her wiha di platformê de li ser dîrok, berxwedan û aktîvîteyên welatên Katalonyayê pêşkêşiyek hate kirin. Pirsên derbarê parastina ziman û çandê ya li hemberî zilma dewletê de rê li ber geşbûna nîqaşan vekir.
Di çalakiyê de li ser têkoşîna çînayetî û têkoşîna neteweyî nîqaş hatin kirin, dîrok û guhertina paradîgmaya Tevgera Azadiyê ya Kurd hate parvekirin û li ser rewşa welatê Valenciayê fikirên xwe vegotin.
Di dawiyê de li ser rewş û parastina çand û rola jinê nîqaş hatin kirin û li ser girîngiya jiholêrakirina zilamê serdest û nêrîna oryantalîst jî nîqaş hatin kirin.