ATÎNA- Kurdistanî û dostên wan li ser banga Navenda Çanda Demokratîk a Kurdistanê li Qada Akademîayê hatin gel hev û heta ber Konsolosxaneya Tirk meşiyan.
Di meşê de pankarta ku wêneyên mezin ên Rêber APO li ser bû û alên PKK’ê hatin vekirin de timî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
Rojnamevan Îsmet Akkûrt û ji Înîsiyatîfa RiseUp4Rojava ya Atînayê Welat Adar axivîn.