Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Divê gelê me tiştekî ji dewletê hêvî neke û tişta pêwîst, bi xwe bike!

KCK’ê bi tundî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya qirker, nîjadperest, faşîst û mêtinger a ku ev şewat derxist û bûyî sedema êşên gel, şermezar kir û got: “Divê gelê me tiştekî ji dewletê hêvî neke û tişta pêwîst bi xwe bike.”

Edîtor: Nucan Serdoz
21/06/2024 - 16:23
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Divê gelê me tiştekî ji dewletê hêvî neke û tişta pêwîst, bi xwe bike!
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî şewata ku li Mêrdîn û Amedê derketî, daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK’ê got: “Li navçeyên Şemrex û Çinarê yên girêdayî Mêrdîn û Amedê, şewata ku ji ber têlên elektrîkê derketî, bû sedemê karesateke mezin. Di encama şewata ku li araziya bi dehan gundan derketî de, mixabin gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dan ku hejmara wan hîna tam nayê zanîn. Bi dehan mirovên me jî birîndar bûn. Tê diyarkirin ku di nava birîndaran de, kesên rewşa wan giran jî hene. Ev rewşa giran a bi serê gelê me hatî, em gelek xemgîn kirin. Destpêkê em ji bo mirovên me yên ku jiyana xwe ji dest dane, ji Xwedê rehmetê dixwazin û ji malbat, xizmên wan, ji gelê Şemrex, Çinarê û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazin. Hêviya me ew e ku hemû birîndar bigihin tenduristiya xwe û windahî zêdetir nebin. Ji bo vê yekê divê hekîmên welatparêz, xebatên tenduristiyê, saziyên tenduristiyê yên demokratîk seferber bibin û ji bo hemû derfetên tibî jî bên seferberkirin, divê bikevin nava hewldaneke zêde de.”

‘DIVÊ GELÊ ME TIŞTEKÎ JI DEWLETÊ HÊVÎ NEKE Û TIŞTA PÊWÎST BI XWE BIKE’

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de, ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Gelê me bi lez seferber bû û bi hemû derfetên xwe alîkarî da kesên rû bi rûyê karesatê man, vê yekê pêşî li karesateke hîn mezintir girt. Dîsa saziyên demokratîk jî derfetên xwe seferber kirin. Ev helwesta gelê me divê bê teqdîrkirin û ev yek mînaka piştevaniya civakî ya bi welatparêzî û bi wate ye. Ji ber vê helwesta piştevaniyê ya bi wate, em gelê xwe pîroz dikin, silav, rêzdarî û spasiyên xwe pêşkêş dikin. Weke ku tê dîtin ne dewlet ne jî desthilatdarî bi ti awayî bi gelê Kurd, pêdiviyên gelê Kurd, derd û êşên wê re eleqeder nîne. Berevajî, sedemê van karesat û êşan e. Gelê me divê li aliyekî helbest hesabê ji dewlet û desthilatdariya ku bûyî sedemê van karesatan, bipirse û dê bipirse jî. Lê di heman demê de mîna niha divê bi hestên piştevanî û alîkariyê jî birînên xwe bipêçe. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya qirker û faşîst, ti dewletek nehêlaye ku kar û barên civakî bimeşîne. Dewlet bi temamî bûye dijminê gel, dijminê gelê Kurd. Gelê me divê jiyana xwe ya xwezayî û demokratîk rêxistin bike, bi îradeya xwe ya rêxistinkirî bi xwe li ser pirsgirêkan bisekine û bibe hêza çareseriyê. Weke ku di vê mînakê de hatî dîtin, zanebûna piştevaniyê ya civakê û îradeya wê ya rêxistinî pir xurt e, xwedî wê ferasetê ye ku her cure pirsgirêkê çareser bike. Divê gelê me tiştekî ji dewletê hêvî neke û tişta pêwîst bi xwe pêk bîne. Dewlet di destê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya dijminê Kurd de, weke amûreke ji bo kuştina Kurdan dixebite. Balafir û helîkopterên wê ji bo qetilkirina Kurdan hene, lê dema mesele dibe vemirandina agirê ku Kurdan dişewitîne, nîne. Divê em vê yekê bizanin û piştevaniya xwe hîn zêdetir pêş bixin, derfetên xwe parve bikin, birînên xwe bipêçin, hîn zêdetir xwe rêxistin bikin û jiyana xwe bidomînin.

‘TEQEZ EV ŞEWAT BI ZANEBÛN HATIYE DERXISTIN’

Saziya DEDAŞ’ê ku sedema vê şewatê ye, yek ji parçeya polîtîkayên qirkirina Kurdan e. DEDAŞ mîna saziyeke qetlîemkar, talanker û qirkirinê dixebite. Mîna saziyên din ên qirkirinê, ji bo îstîsmar, talan, valakirin û bêmirovkirina Kurdistanê dixebite. Dest daniye ser xweza û çavkaniyên Kurdistanê û çavkaniyên welat û keda gel veguherandiye amûreke talanê. Çavkaniyên Kurdistanê ji bo îstîsmarkirina gelê Kurdistanê bi kar tîne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ne tenê gelê Kurd qetil dike. Her wiha pê ve girêdayî, erdnîgariya Kurdistanê jî qetil dike. Dixwaze bi dizî û talankirina erdnîgariya Kurdistanê re, Kurdistan bike cihek ku mirov nekaribin lê bijîn û qirkirina Kurdan temam bike. Hemû qirkirinên xwezayî yên li Kurdistanê ku di nav de ev karesata dawî ya şewatê jî heyî, encama vê polîtîkayê ye. Ev şewat teqez bi zanebûn hatiye kirin. Armanc ew e ku xwezaya Kurdistanê tine bikin, gelê Kurd qetil bikin, zerarê bidin wan, bidin revandin û ji cih û warê wan bikin. Divê gelê me vê rastiyê zanibe û li gorî wê welat, xweza, çand, nasname û rûmeta xwe biparêze. Divê gelê me bi pêşxistina xwerêxistinkirin û xweparastinê pêdiviyên xwe pêk bîne, pirsgirêkên xwe çareser bike, plan bike û jiyana xwe pêş bixe.

Em desthilatdariya AKP-MHP’ê ya kujer û avahiyên kontra yên JÎTEM’ê yên nîjadperest, faşîst, qirker, mêtinger û talankar ku bi derxistina vî agirî re careke din êş bi gelê me dan kişandin, bi tundî şermezar dikin. Divê gelê me hem li dijî vê fermana qirker a mêtinger têbikoşe, hem hesab bixwaze û hem jî bi geşkirina wê helwesta xwe ya hevgirtinê bidomîne. Rewşa hatî jiyîn gelekî giran e. Ji bilî windahiya can û birîndaran, bi sedan mal, zevî û baxçeyên mirovanên me şewitîn, heywanên wan mirin û zerareke mezin dîtin. Ji ber vê yekê divê hemû gelê Kurdistanê bi gelê Şemrexê û Çinarê yên ku windahî dane re di nava piştevaniyê de bin û bi parvekirina derfetên xwe piştgiriyê bidin wan. Em careke din ji tevahiya gelê xwe bi taybetî ji gelê Şemrexê û Çinarê re sersaxiyê dixwazin û bang li her kesî dikin ku bi gelê Şemrexê û Çinarê re di nava piştevaniyê de bin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK: Li Kurdistanê karesata xwezayî nîne, karesata dewletê heye

Nivîsa Pêş

Li Çiyayê Mawa pewçûn berdewam dike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Çiyayê Mawa pewçûn berdewam dike

Li Çiyayê Mawa pewçûn berdewam dike

Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes

Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes

Manşet

  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.