NAVENDA NÛÇEYAN- Sema Yûce; ev milîtana jin ya hêja, weke çalakiyekê li hember kesayeta qedal, ku di bingehê hevkariyê de xwe sitrandiye dijmin êvara Newroza 21’ê Adarê xwe şewitandiye û piştî tekoşîneke demdirêj roja 17’ê Pûşperê henaseya xwe ya dawî daye. Çalakiyeke dilêrî. Di vê mêjûyê de rêhevalê Fikrî Baygeldî jî, ji bo bîraweriya vê rêhevalê bi heman cureyî çalakiyek li dar xistiye û lê xwedî derketiye. Bêguman ew çalakî ne, ku divê li ser bê ponijandin û jê wane bêne derxistin. Em dikarin weke bi viyana xwe ya puxteyî de hêz û bêhêziya xwe di agir de şewitandin, paqijî û qirêjiyê bi agir ji hev veqetandin, safîkirin binirxînin.
Me jî Sema nas kir.
Di sehaya me de perwerdeyeke xuyayî dîtibû. Ez hizir dikim wê demê navê wê Serhildan bû û tim giyana serhildanê dijiya. Misogere ku kesayetek e ku stû natewîne, serî radike û her ku diçû dixwest xwe biwate bike. Xwediyê gelek name û nirxandinên berfirehe.
Kesayeteke ku bi kesayetiya Zîlan re di heman şêwazê de ye. Di çalakiya wê de aliyên hêzdar û xweşik bi zêdeyî hene. Berteka wê li hember kêmasiyan mezin e. Li dijî dijmin û xiyanetê timî bibertek e. Ji bertekê jî wêdetir, kesayetiyeke timî şerker heye. Tekoşîna jiyana wê ya di girtîgehê de girîngiyeke mezintir hildigire, ez hizir dikim ku wê ji jiyana rasterast derxîne bi dagirtî jiyaye. Emê nebêjin ewqas tebat kir: Pê re ewqas şer kir, şerê xwe derxist xala sertarê. Bi vê wateyê di berxwedêriya girtîgehê de, bi misogerî mînakek e û ji pirsa “çawa bijîn” re bersiveke vebir e.
Mezin kar kirin, mezin hizirandin û xwesteka jiyînê bêgotûbêj e. Qasî egîdiya azweriya jiyana mezin, egîdiya şerekî mezin ku bedêlê wê ye hetanî dawî girtina ber çav nîşan dide. Bi ti awayî fersenda bûna xwediyê jiyaneke bêked, erzan û binexweşî nade xwe û derdora xwe. Bi bastûra xwe re tim di nava şer de ye… Lê zanebûn û ev ronahîbûna wê, çendî ku qelsiyên bi bingeh ji bastûra civakî hebin jî, ji bo têperandina hemûkan têr kiriye. Ger li derve bana dê bi misogerî şerê xwe biwergirtir, birêxistin û gerîlayî şêwaz jî tê de, misoger e ku hetanî dawiyê biriba. Kerixandin nîn e, berovajî berteka wê hebû li hember bikarneanîna derfetên azadiyê û bi xwe jî ku nikare vê tam bi kar bîne.
Bêriya wê ya herî mezin, derfetên azadiya mezin bidestxistin û şerkirin e… Weke di rastîna gelek pakrewaniyan de, di rastîna vê pakrewaniyê de, tevî ku arezûya wê mezin bûye jî, di navbera asta pêkanînê de, rastîna êş û jandar mijara gotinê ye. Vê nakokiyê çareser nekirin, sedemê herî girîng yê şêwaza vê çalakiyê ye. Bingehîn encama ku hun derbixînin; bi derfetên azadiyê re hêjayî şerkirinê bi reha teqdîrkirin û bi teşeyekî jandar kuta nekirin. Jixwe çalakî bi xwe jî vê ferman dike. Xwesteka herî nirxdar, bûna xwedî nîvengeke ku em karibin şerê azadiyê bidin.
Hemû kirinên min ji bo bersivbûna bîraweriya wa ye
Yên ku bi derfetên azadiyê re rast bi hev nagihêjin, neçarin ku li pêşberî vê bîraweriyê biperçiqin. Biryara çewt, nêzîkatiya kêm, hêza şer dernexistina holê, bikarneanîn, li pêşberî bîraweriya van pakrewanan hatine mehkûmkirin. Şer girtina sihêliyê, nerişt nêzîkbûn li pêşberî vê bîraweriyê hatine mehkûmkirin. Ji jiyanê re jî, ji şer re jî sivik nêzîkatî, mafê wê bi viyan û bi zanebûnî nedayîn hatine mehkûmkirin. Ev mehkûmkirin partiya me girê dide, artêşê girê dide. Bi reha divê ku hun vê weke rêgezekî li ser kesayeta xwe neqş bikin, di halê berevajî de, emê qet we partiyî û artêşî nehesibînin.
Dibêje “vî agirî nevemirînin!” Ma ji vê mezintir wêrekî û fedekarî dibe? Vê, bi ronî û ronahiyên zanebûnên herî hêja dike. Ji bo xwe herî piçûcik berjewendiyek nîne. Heke hun karbidestiyên partiyê, derfetên şerkirinê ji bo berjewendiyên xwe yên xwedibîniyê bi kar bînin; ev agir çawa dijmin dişewitîne, dê we jî bişewitîne. Ev agirê milîtan yekî ji we jî saxlem nahêle, ne agirekî jirêzê ye. Çeka we ya herî mezin parastina ku agirekî wisa nîne ye. Lê va ev agir heye û di nava me de bi qirçeqirç dişewite.
Hemû kirinên min, hindek ji bo bersivbûna bîraweriya wana ye. Ez hemû kirinên xwe dikim xelat ji bo bîraweriya wan. Başe hunê çi xelatî bidin? Ji sivikatiya xwe û derfetên azadiya mezin li hember dijmin vala derxistinê pê de? Ma bersiv dikare wisa be? Divê mirov bizanibe ka li hember pakrewanan rêzdarbûn çawa ye. Divê em derbasî sekna rêzdariya rast bibin. Va, bersiva herî tûj ya ku bi bîraweriya vê pakrewanê bidim ev e, pir bibaldarî û hestiyarî tevgerîn e. Ji bo dilsoziya bîraweriya pîroz a milîtanekê çi pêwîst dikin, ew min eleqedar dikin.
Bîraweriya rêheval Fikrî ji bo min pir hêja ye
Rêhevalê Fikrî Baygeldî carekî din bi bîr anînê weke peywirekî dizanim. Ev rêhevalê me, ji bîraweriya rêhevala Sema Yûce re, di heman qasê de, bersiv daye. Dibêje fermandara mine jî. Pir nemazeyeke bijarte ya dizsoziya bîraweriyê nîşan daye û di qasê de bûye bersiv. Ev, wêrekî û fedekariyeke mezin dixwaze. Em bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin. Ya duyemîn, ji bo bîraweriya milîtaneke jin, ka kesayetiyeke zilam çawa dikare bibe leşkerekî baş e. Ji vê jî encamekî dîtir ku mirov derxîne; ew rêzdariya li hember jinê ku piraniya we hetanî niha nîşan nedane. Rêhevalê Fikrî Baygeldî bi mezinahiyeke tekûz vê nîşan daye.
Bi reha divê ku hemû partiyî û şervan ji van herdu taybetmendiyan baş encam derxînin. Bîraweriya rêhevalê Fikrî Baygeldî ji bo min pir hêja ye û di heman demê de peywirek e. Gotinên wî da ku li partî û artêşê bisepînim ezê hetanî dawî bixebitim. Ji yekî ku xwe bi qirçeqirçê, bi fedekarî û wêrekiyeke raser tevlî çalakiyê kiriye, ku jê re dibêje “fermandara min” di her halî de nayê hizirandin ku bêbersiv bimîne. Dê ji partiyê re, ji artêşê re û ji jiyanê re weke kevneşopiyeke ku hêjahiya wê mezin e û weke xetekî rûniştandina wê bê zanîn. Heke hun dixwazin ji vê tiştekî fêm bikin, hun neçarin ku bizanibin ka ji para we re çi hiştiye. Nexwe kes zilamtiya we nagire riştiyê. “Wey pêdiviya me, wey têkiliya me.”
Va têkilî wisa dibe. Va fermandar, va şervan. Qasî rojê sotîner e. Hunê vê paşçav nekin û wisa nebêjin wiha têkilî, têkiliya jin û zilam, têkiliya fermandar û şervan û xwe nexapînin. Heke li hember van pakrewanan hinek rêzdariya we hebe, hunê xwe bi gorî van nirxên pîroz ji nû ve bixin şiklê rast û anîna halê kesayeta têkilî, jiyan û şer bizanibin. Ger hun dixwazin ji pakrewaniya wan a dîrokî, bizanebûn û fermandêr encamekî derxînin, nirxandina wê bi misogerî wisa pêwendîdêr e, ferman e.
Ez para xwe, di pîvana hêza xwe de, di pêş de weke milîtanekî partî û şervanekî artêşê û heta weke kesayetiyeke fermandar ya rast ji bo dana jiyandinê û pêwîstekên wê dana serwerkirin tenê na, ezê bi mezin ezmûneya rêxistinê bidime rûniştandin û ez bixwazim vê di her kesî de bibînim. Ezê di vê bingehê de van rêhevalan bi bîr bînim. Ezê ya ku bûye bersiv ji van bîraweriyan re weke hêja bibînim û silav bikim.
Sema tê wateya evîn, xweşiktî û bûna xwedî nasname
Ji bo Sema Yûce, niha tebî em nabêjin keça eşîrê, milîtanek bû, lê weke ku gelşa bapîr dibêje -em bibêjin bapîr ji qehra zanebûna serhildanekê miriye- di kesaniya wê de hatiye dahûrandin ango bi teşeyê milîtantiya PKK’ê, bi teşeyê dilsoziya serokatiyê nîşan daye. Yanî ji berxwedêriya eşîrî ya kevin gihîştina rastîna serokatiyê de keseke mînak e. Di vî bingehî de divê eşîra wê bi bîraweriya wê ve girêdayî be.
Jixwe rêhevala Sema jî bi teşeyekî herî balkêş peyitandiye. Ger jinek vê dipeyitîne, yekî weke we divê bi zêderî bipeyitîne. Yanî di pêşî de tuyê bibî rêzdar. Dê weke ku min di dahûrînê de nîşan da bibe. Êdî bi gotinê, bi raporê rewşan ravekirin nabe, tenê bi pratîka rojane hunê xwe rave bikin.
Ji bo milîtantiya van keçan gelek tişt hatine gotin. Ya rast jî hatiye dayîn, puxte jî hatiye nîşandan. Ev nirxandina me bi xwe jî bersive ji hemû pirsên ku hun karibin bipirsin. Niha şerek e û hun ketine navê. Ji bilî vê qasî metelikekî hêjahiya karekî dîtir nîne. Ev karekî wisa ye ku, dema ku bi tena serê xwe bûm jî, me biryara meşê ya bicoş ya mezin da. Di bingehê çewtî û behremendiyên xwe de karê şoreşê û wateya wê ya mezin esas negirtin dirazîne. Ji vê re tê gotin doz, ji vê re teorî, teoriya şoreşger tê gotin. Ji vê re rêxistina şoreşê tê gotin, ji vê re şêwaza çalakiya şoreşger tê gotin.
Her şer, bi taybetî şerekî weke yê me ku dixwaze qirkirina pir giran bide rawestandin, milîtan û kesayetiyên mîna Sema pêwîst dikin. Rastîna Sema tê wateya evîn, xweşiktî û bûna xwedî nasnameyê bi îddîa. Tê wateya şervana azadiya mezin, jina ku radestê zilam û bêevînê nebûye. Ji bilî qezenckirina vê kesayetê ti tişt nikare we di nava vî şerî de bimeşîne. Puxteya şer vê pêwîst dike. Heta nêzîkatiyên min jî kêmin. Çima? Ev ewqas salin bi serê xwe şer bi rê ve dibim, lê tevî vê tevdehiya armanc û amrazê ango tevdehiya jiyan û şer di asteke nayê bawerkirin de ye. Pir balkêşe û qasî neyê gotûbêjkirinê eşkere ye, wekî din ponijandin e. Derfetên vê hene. Guhdarî bike, gotûbêj bike, bixwîne, çiqas ji bo te pêwîst be ewqas bigire! Ya me di wateya rastîn de tenê şer na, dibistane ku jiyan tê afirandin.
Çi bextewarî ji we re ku, hun ketine nava kar û xebata vê afirandinê. Di vê cîhanê de ji vê hêjatir şens û karek tune ye. Hemû pirtûkan vekolînin, kesekî weke min ku çil caran mejî diwestîne û gav diavêje tune ye. Çima? Heke ku rewşa wan kesên ku ev hezar salin bi van dozên wiha re eleqedar bûne, ketine û wenda kirine li ber çav bê girtin, dê bê dîtin ku em xwedî şêwaza ku têk naçe, ji xalên nayên bawerkirin girtiye û aniye virê. Mirov dikare vî bi çi rave bike? Ev; yek, bi bûna kesê ku hêjahiya vî kifş dike; didu, bi bûna kesê ku bi rokirin û pîvanê tîne cî dikare bê ravekirin. Dibêjin nepenî, va nepenî ev e.
Li vî welatî mirovatî tê qetilkirin, qirkirin heye. Hem jî cureyê qirkirineke ku li cîhanê nehatiye ezmûnandin tê meşandin. Ger hun bi erjengiya vê tev bigerin, hunê bibin milîtanên tirsdêr. Ez neçar im ku vê bibêjim, hun jî neçar in ku nîşan bidin. Wekî din tiştek vê rewşê rizgar nake.
Min wisa dest bi vê partiyê kir. Hemû hevalên min yên partiyî tim wisa bûne û ev jî hatiye pêkanîn. Kes nikare vê şêwaza serkeftinê asteng bike. Dijmin ewqas lîstok ezmûne kirin, ma hêza wî têrê kir? Gelek helperest û sextekar çi kirin û çi nekirin. Ma yekî jî bi ser xist? Ez naxwazim we wisa binirxînim. Bi giranî hun dixwazin bibin ew kesên ku dirûstin û bibine bersiv. Kêmasiyên we hene, hun xwe bi xwe dixapînin, seranseriya we heye. Di vê serdemê de ku em gihîştine asta ya pir pêwîst e û nêzîkê serkeftinê, vî şensî binirxînin. Ez eleqeyê bi we nîşan didim, hêjahiyê bi we didim, lê hemanê ji we payîn dikim.
Rêber Apo
(18 Pûşper 1998)
Çavkanî: Evîna Kurd