NAVENDA NÛÇEYAN- HBDH bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku wan li dîjî êrîşên dagirkeriyê 2 çalakî lidarxistine. HBDH di daxuyaniya xwe de dewleta Tirk hişyarî kir û wuha got “Weke leşkerên têkoşîna yekbûyî em dewleta Tirk a dagirker û faşîst hişyar dikin; Heta operasyonên leşkerî û siyasî yên li Kurdistanê bi dawî nebin, em ê çalakiyên tolhildanê yên li metropolên Tirkiyeyê bidomînin.”
Daxuyanî wuha ye:
“Çalakiya Milîsên HBDH’ê ya li dijî operasyonên leşkerî û siyasî yên li Kurdistanê
1) 20’ê Hezîranê danê nîvro Fabrîqeya Hilberîna Cem Mutfak a li Uzunçiftlik a navçeya Kartepe ya Kocaeliyê ji aliyê milîsên Şêxmus Milazgir ve hat şewitandin. Di çalakiyê de kargeh û madeyên xam ên ji bo hilberînê amade bûn, zirareke mezin dît.
2) Êvara 20’ê Hezîranê depoya Sanayiya Trakya ya li Taxa Kartepe Ertugrul Gazî jî ji aliyê milîsên Şêxmus Milazgir ve hate şewitandin. Depoya ku wek vezîvirandinê tê bikaranîn û derdora wê zirareke mezin dît.
Dewleta Tirk a faşîst a qirker, li Bakurê Kurdistanê bi hemû derfetên xwe operasyonên xwe yên leşkerî li dijî gerîla didomîne. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî rewş ne cuda ye. Leşkerên artêşa dagirker ku nikarin li hemberî gerîlayên azadiyê şer bikin, bi gazên qedexekirî û bi tevlêbûna bi hezaran leşkeran û bi tevlîbûna hevkaran bi organîzekirina çalakiyan re çareseriyê dibînin. Em dizanin ku gerîlayên azadiyê wê heta dawiyê li dijî operasyonên leşkerî yên li Bakurê Kurdistanê li ber xwe bidin. Ciwan û şoreşger, di serî de gelên Tirkiye û Kurdistanê, wê berxwedana hêzên leheng ên gerîla yên li hemberî van êrîşên îmha û înkarê bi fedakarî li ber xwe didin, bi tenê nehêlin.
Weke leşkerên têkoşîna yekbûyî em dewleta Tirk a dagirker û faşîst hişyar dikin; Heta operasyonên leşkerî û siyasî yên li Kurdistanê bi dawî bibin, em ê çalakiyên tolhildanê yên li metropolên Tirkiyeyê bidomînin. Tiştê ku rasterast an jî nerasterast piştgiriyê bide planên qirêj ên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser gel, wê bibe hedefa milîsên me.
Bijî HBDH!
Bijî Şoreşa me ya Yekgirtî! Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin!
Mîlîsên Şêxmus Milazgir
HBDH”