BERLÎN – Li paytexta Elmanya Berlînê, jinên ciwan ên endamên TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) ji bo bîranîna Şehîd Zîlan (Zeynep Kınacı) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiya fedayî pêk anî çalakiyek li dar xistin.
Bîranîn di şexsê şehîd Zîlan de bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Piştre nameya ku şehîd Zîlan beriya çalakiyê nivîsandibû hate xwendin û li ser hate nîqaşkirin.
Jinên ciwan bi taybet jiyana Şehîd Zîlan û dilsoziya bi Rêber APO û partiyê re nirxandin.
Piştî nîqaşan jinên ciwan çûn konsera muzîkê û li vir çalakiya bîranînê bi dawî kirin.
Jinên ciwan ên endamên TekoJIN li ser vê bingehê hatin cem hev û hemû jinên ciwan ên Kurd ên welatparêz vexwend Konferansa TekoJIN a Elmanyayê ku di 29’ê Hezîranê de li Kasselê bê lidarxistin.