DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger li Dêrezorê bi Meclîsa Navçeya Cezîrê semînerekî li ser girîngiya ciwanan û rola wan a pêşeng di civakê de da. Nêzî 15 kes beşdarî semîner bûn.
Semîner bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Piştre ser giringiya rola ciwanan di civakê de hat şîrove kirin û tekezî li ser pêwîstiya rêxistinkirina ciwanan hate kirin, ji ber “ciwan beşa sereke û bi bandor ji bo pêşxistina civakeke siyasî û exlaqî”.