STENBOL- Di daxuyaniya Milîsên Şêxmûs Milazgir ên HBDH’ê de hate ragihandin ku 21’ê Hezîranê li Ataşehîr a Stenbolê navenda kar a ku ‘Moon Event’ û ofîsên cuda yên firotinê lê bûn, bi ‘teknîkeke taybet’ hatiye şewitandin.
Hate ragihandin ku xisareke mezin li avahiyê bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin;
“Weke neferên têkoşîna yekbûyî em hişyariyê didin dewleta Tirk a dagirker û faşîst; Heta ku operasyonên siyasî û leşkerî yên li Kurdistanê bi dawî bibin em ê li metropolên Tirkiyeyê çalakiyên xwe yên bersivdanê dewam bikin. Her tiştên ku ji planên qirêj ên rejîma çete ya AKP-MHP a faşîst re yekser an jî neyekser dibe piştevan, wê di hedefa milîsên me de bin.”