TEBQA – Li bajarokê Mensûra ya gundewarên Tebqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşekî girseyî bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan ve hate lidarxistin.
Îro danê sibê bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarokê Mensûra ya gundewarên Tebqayê meşekî bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hat li darxistin. Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û tevger û rêxistinên civakî beşdarî xwepêşandanê bûn.
Xwepêşandan ji destpêka Mensûra destpê kir, bi hilgirtina pankartên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi qîrîna dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimre Dagirkeriya Tirk”. Meş heya çarxereya Qabanê ya li dawiya Mensûra berdewam kir.
Li wir, ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin hat rawestîn. Piştre li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan axaftinekî bi vî rengî hat kirin: “Edaleta faşîst, ev bîst û şeş sal in hê jî li dijî Rêber Abdullah Ocalan cezayên herî giran û binpêkirina mafên mirovan dimeşînin.”
Di axaftina xwe de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van binpêkirinên li dijî Rêber Apo û hevkariya bi faşîzma Tirk hate şermezarkirin.
Hat destnîşankirin ku weke jinên ciwan ew ê bê westandin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were têkoşînê mezin bikin.