DÊRAZOR – Bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Dêrezorê li herêma Kasra meşekî organîze kirin.
Meş ji pêşiya navenda kantonê ya li herêma Kasra heta Çerxerêya Şehîdan berdewam kir.
Di dawiyê meşê de daxuyaniyekî hat xwendin. Meşvan ji hêzên navnetewî xwestin ku ji bo azadiya Rêber Apo erkê xwe pêkbînin.
Di dawiya daxuyaniyê de şikandina komploya faşîzmê Tirk, berdewamkirina têkoşîna azadiyê û belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo li hemû gelên cîhanê hate xwestin.